Ji bo mafên gelê Kurd

Sêşem 4 Nîsan 2023 - 08:42

  • Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd bang li Kurdan kir ji bo misogerkirina mafên gelê kurd, di hilbijartinên seorkkomarî û parlamenê yên 14´ê Gulanê de dengê xwe bide Partiya Çep a Kesk.  

Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd a ku Partiya Çep a Kesk bi partiyên siyasî yên Kurd ên li Kurdistanê re ava kiriye, deklarasyona xwe ya têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê eşkere kir. Deklarasyon li Peyasa Amadê bi daxuyaniyekê hate ragihandin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî, ji Komeleya Şoreşgerên Demokratên Kurd (DDKD) Abdulhey Okumuş, Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek û Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel tev li daxuyaniyê bûn. 

Îradeya gel bi xurtî tê nîşandan

Deklarasyona Hilbijartinên 14’ê Gulanê ya Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd wiha ye; “Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd ku xwezaya piralî ya civaka Kurdistanê nîşan dide, di hilbijartinên ku wê di 14'ê Gulanê de bên lidarxistin, ji bo bidestxistina mafên bingehîn ên gelê Kurd û avakirina demokrasiyeke bi pîvanên gerdûnî, xwedî bernameyeke zelal û helwesteke diyar e. Tifaqa me, naskirina mafên netewî yên demokratîk ên gelê Kurd, weke daxwazeke rewa û mirovî li gorî hiqûqa gerdûnî bi nav dike. Çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd bi aktorên siyasî yên kurd re li ser esasê wekheviyê, wê li Tirkiyeyê rê li ber demokrasiyê veke, asta pêşketina aborî û refaha civakî zêde bike.
 
Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd

  • Qebûlkirina zimanê Kurdî wek zimanê perwerdehiyê ji baxçê zarokan heta zanîngehê û li kêleka Tirkî wek zimanê fermî yê duyemîn;
  • Afirandina hawîrdoreke demokratîk ku kurd bi azadî xwe bi rêxistin bikin û di bin navê kurd û Kurdistanê de xwe îfade bikin;
  • Naskirina statûyeke ku gelê kurd li Kurdistanê xwe bi rêve bibe;
  • Vegerandina navên kurdî yên niştecih, cihên erdnîgarî û dîrokî ku navên wan li Kurdistanê hatine guhertin;
  • Ragihandina cihê gorên kesayetiyên kurd ên dîrokî ku gorên wan hatine hilweşandin an jî veşartin;
  • Ji bo çêkirina makezagoneke demokratîk, pirralî û nenavendî ku jiyana wekhev, azad û bi rûmet a gelê kurd bi mafên din re misoger bike; biryar daye ku tekoşîna hevpar bimeşîne.
     
    Dawî li tecrîda Birêz Ocalan bînin

Tifaqa me bang li hikûmetê dike ku dawî li tecrîda li ser birêz Ocalan û girtiyên siyasî bîne. Têgihiştina ku dibe sedema aloziya civakî bi siyaseta tecrîdê bi dawî bibe.

Ji bo hemû girtiyan divê mafên siyasî, hiqûqî û mirovî yên ku bi qanûnê hatine garantîkirin bên bicihanîn.

Em ê têkoşîna xwe ya hevpar a li dijî qeyûmên ku îradeya Kurdistanê desteser kirine bidomînin.
 
Avakirina cihên erdhejê girîng e

Li çar parçeyên Kurdistanê xwedî li destkeftiyên neteweyî yên gelê me derdikeve. Li hemberî her cure êriş û hewldanên li dijî van destkeftiyan helwesteke hevpar nîşan dide. Ji bo pêkanîna têkiliyên bazirganî, mirovahî û çandî yên di navbera çar parçeyên Kurdistanê de têdikoşe.

Li ser esasê ku Tirkiye û Kurdistan di qada erdhejê de cih digirin, Tifaqa me avakirina avahî û bajarên li dijî erdhejê weke armanceke girîng destnîşan dike.

Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd, ji bo daxwazên mafdar û rewa yên jorîn di dema xebatên hilbijartinê de bên civakîkirin û piştî hilbijartinê di asta qanûnî û destûrî de bên qebûlkirin, wê têkoşîna hevpar bidomîne.
 
Dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk

Tifaqa me; bang li gelê me dike ku li dora Partiya Çep a Kesk bibin yek, ji bo ku daxwazên li jor bi rêkûpêkiyên qanûnî û destûrî bi cih werin anîn û ji bo serkeftina mezin a ku hêviya gelên me tê da wê zindî bibe di 14’ê Gulanê da dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.