Xwe qeyd bikin û dengê xwe bidin

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 29 Adar 2023 - 04:15

Hilbijartina serokkomariya Tirkiyeyê û hilbijartina giştî ya li Tirkiyeyê 14´ê Gulanê wê bi rê ve biçin. Welatiyên li derveyî Tirkiyeyê dijîn, wê karibin ji 27´ê Nîsanê heta 9´ê Gulanê dengê xwe bidin. Lê ji bo vê jî divê navnîşana xwe ragihandibin konsolosxaneyên Tirkiyeyê. Nûnerê HDP´ê yê li Elmanyayê parlamenterê berê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bang li her kesî kir da ku heta 2´yê Nîsanê navnîşanên xwe ragihîne û qeydiyên xwe bike.

Sariyildiz got, desthilatdariya Tirk ya heyî ekîbeke qatilan û ya şer e, û hilbijartinên 14´ê Gulanê weke firsendeke ji bo dawîanîna li vê desthilatê nirxand. 

Bê tirs biçin konsolosxaneyan

Sariyildiz bi bîr xist ku her kesê welatiyê Tirkiyeyê wê karibe dengê xwe bide û ev bang kir: “Penaber, hîna nû ji welat hatibin, mafê wan ê rûniştnê nebe, li kampên penaber bimînin jî, mafê wan heye dengê xwe bidin.”

Li ser tirsa gelo ev  tesîrê li pêvajoya penaberiyê bike jî, Sariyildiz got, “Ev tirseke belesebeb e. Dengdan ti tesîrê li pêvajoya dengdanê nake. Heger cezayekî teqez li kesekî nehatibe birrîn, her welatiyê Tirkiyeyê dikare dengê xwe li derveyî Tirkiyeyê jî bide. Min xwe dît. Kesên ku li Tirkiyeyê li wan digerin jî çûn konsolosxaneyê û ti pirsgirêk ji wan re çênebû. Yekeyên qeydkirina navnîşanan hene li konsolosxaneyan. Ew li dozan û lêgerînan nanihêrin, tenê qeydiya navnîşana we dikin.”

Kesên ku navnîşana xwe ranegihandine, divê biçin konsolosxaneya herî nêzîk ya Tirkiyê, bi karta xwe ya nifûsê ya T.C. forma beyankirina navnîşanê dagirin, îmze bikin û bixwe teslîm bikin.

Heger karta nifûsê ya T.C. nebe, bi ehliyet, cuzdana zewacê jî mirov dikare navnîşana xwe ragihîne konsolosxaneyan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.