Tifaqa kedê wê di bin yek sîwanê de be
În 17 Adar 2023 - 09:07
Di Tifaqa Ked û Azadiyê de HDP’ê pêşniyaz kir ku tenê bi lîsteyekê bikevin hilbijartinê, û TÎP û EMEP’ê jî pêşniyaz kir ku bi lîsteyên xwe bikevin hilbijartinê. Hevserokên HDP´ê Buldan û Sancar dê ji bo muzakereyan bi TÎP û EMEP’ê re hevdîtinê bikin.
Civîna Tifaqa Ked û Azadiyê ya bi rojeva namzetiya serokkomariyê û hilbijartina giştî ya li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk hat. HDP’ê di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî de biryar dabû ku bi yek lîsteyê bikevin hilbijartinê û ev pêşniyaz di civînê de pêşkeş kir. Her wiha Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Kedê (EMEP) pêşniyaz kir ku bi lîsteyên xwe bikevin hilbijartinê.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar ku ji hêla Lijneya Rêveberiya Navendî ve hatiye peywirdarkirin, ji bo muzakerekirina pêşniyazan bi Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş û Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz re hevdîtinê kirin. Hat zanîn ku Tifaqê li ser wê yekê li hev kiriye ku bi navê tifaqê weke sîwan bikeve hilbijartinê. Meseleya lîsteyê hînan safî nebûye û muzakereyên pêkhateyan wê dewam bikin.
Metna lihevkirina tifaqê wê paşê nivîskî bê eşkerekirin.
MA/ENQERE