Namzet ji bo serokkomariyê dernaxin

Pêncşem 23 Adar 2023 - 02:39

Tifaqa Ked û Azadiyê, da zanîn ku wê di hilbijartina Serokkomariyê ya Tirkiyeyê de namzet dernexînin.

Tifaqa Ked û Azadiyê helwesta xwe ya têkildarî hilbijartina Serokkomariyê bi civîneke li Enqereyê ya Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê aşkere kir. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin, Serokê EMEP'ê Ercument Akdenîz, Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk, Berdevkê SMF'ê Barış Kayaoglû, Berdevka Demê ya TOP’ê Juliana Gozen û nûnerên partiyên kurd ên Komxebata Tifaqa Kurdistanî ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de cih digire jî beşdarî civînê bûn. 

Daxuyaniya hevpar a Tifaqa Ked û Azadiyê ji aliyê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldanê ve hate xwendin. Deklarasyona hevpar a têkildarî helwesta hilbijartinê ya Serokkomariyê ya Tifaqa Ked û Demokrasiyê wiha ye: "Ji bo yek ji hilbijartinên herî krîtîk ên dîroka Tirkiyeyê kêmî du mehan maye. Em di demeke dîrokî de ne ku wê paşeroja welêt û civakê diyar bike. Di vê dema beriya destpêkirina sed sala duyemîn a komarê de Serokkomarê 13'emîn wê bê hilbijartin û parlamento ji nû ve bê avakirin. 

 

Berpirsyariya dîrokî

Di hilbijartinên Serokkomariyê de li dijî rêveberiya yek şexsî em ê berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin. Ji bo li welêt demokrasî, azadî û mafên bingehîn, edaleta civakî pêk were, em bi biryar in ku hesab ji vê desthilatdariya rantxur, talanê bipirsin. 

Ji ber vê yekê em bi raya giştî re parve dikin ku di hilbijartinên Serokkomariyê de em ê namzet nîşan nedin. Armanca me ya lezgîn û sedema me ya têkoşînê ew e ku şert û mercên kar û jiyanê yên gel baş bikin, di rêveberiya cemaweriyê de edaletê misoger bikin, wekheviya zayendî di nava civakê de pêk bînin, jiyaneke azad bidin ciwanan, hurmet ji xwezayê re bê nîşandan, polîtîkayeke aştîxwaz a derve bê meşandin, dadgerî serbixwe be, nanasme hemû azad bin û ya herî girîng jî destûreke bingehîn a demorkatîk a ji van hemûyan bê avakirin."

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.