'Budçe ne li gor pêdiviyên jinan e'
Yekşem 3 Mijdar 2024 - 18:00
- Parlamentera Partiya Kedê ya Dîlokê Sevda Karaca têkildarî bandorên qeyrana aboriyê ya li ser jinan da zanîn budçe ne jinan re ji şer re tê veqetandin û got:” Çavkaniyên ku divê ji bo jin û zarokan bên xerckirin ji şer re tên veqetandin. Mixabin para mezin a ku ji bo şer tê veqetandin, ji bo hêvî û hewcedariyên lezgîn ên jin, zarok û karkerên li welat nayê xerckirin. Ev jî dibe yek ji sedemên qeyrana aboriyê û bandoreke neyînî li jin û zarokan dike."
ROZA METÎNA / AMED
Parlamentera Partiya Kedê ya Dîlokê Sevda Karaca têkildarî bandorên qeyrana aboriyê ya li ser jin û zarokan nirxandin kir. Sevda da zanîn divê li dijî qeyrana aborî û xizaniya jinan têkoşîneke hevpar hebe û got jin ji bo nanê xwe şer dikin.
‘Keda jinan tê îstismarkirin’
Sevda di destpêkê de da zanîn ku keda jinan li Tirkiyeyê tê binpêkirin û wiha got:"Li Tirkiyeyê jî wekî li hemû cîhanê keda jinan herî zêde tê îstismarkirin. Meaşê wekhev ji bo xebata wekhev îro jî daxwazek pir aktuel e. Pergaleke îstîsmarê heye û van derfetan nadin wan. Jin her ku diçe neçar dibin ku bê ewle bixebitin. Her wiha ev yek ji armancên girîng ên hikûmetê ye. Desthilatdariya ku dibêje jin bi mêran re ne wekhev e û tevahiya pêkhateya civakî li ser vê bingehê ava dike, jinê di nava malbatê de pênase dike û jiyana xebatê bi vê perspektîfê ava dike."
'Desthilatdarî dibe sedema tundiyê'
Sevda bi lêv kir ku qeyrana aboriyê şîdetê bi xwe re tîne û wiha got:"Em dikarin bibêjin qeyrana aborî û xizaniya ku pê re çêdibe û kûr dibe, pirsgirêka herî mezin a welêt e. Tundûtûjiyê welat ji bo jin û zarokan bi temamî ne ewle kiriye. Desthilatdariya ku bi salan e welat bi kîn û nefretê bi rê ve dibe, tiliyên xwe nîşan dide û her kesî tehdîd dike, dibe sedem ku şîdet li her hêleke civakê bê kirin. Krîza aborî yek ji faktorên zêdebûna şîdetê ye. Lê tenê bi kûrbûna xizaniyê ne mimkûn e ku mirov vê yekê rave bike. Bi taybetî polîtîka û pêkanînên mêtînger ên hikûmetê yên li dijî wekheviyê, bikaranîna mêran a şîdetê normal dike."
'Budçe ne li gor pêdiviyên jinan e'
Sevda bal bir ser budçeya ku ne ji jinan ji şer tê veqetandin û wiha dewam kir:"Para budçeya ku ji bo şer tê veqetandin bi salan e nayê guhertin. Çavkaniyên ku divê ji bo jin û zarokan bên xerckirin ji çek û şer re tên veqetandin. Dema ku tê gotin çavkanî tune ye, divê mirov li dabeşkirina budceyê binêre. Weke salên berê budçeya sala 2025’an li gorî pêdiviyên jinan nayê plankirin. Mixabin para mezin a ku ji bo çek û şer tê veqetandin, ji bo hêvî û hewcedariyên lezgîn ên jin, zarok û karkerên li welat nayê xerckirin. Ev jî dibe yek ji sedemên qeyrana aboriyê û bandoreke neyînî li jin û zarokan dike. Ji ber vê yekê jî budceya ku ji bo çekan tê veqetandin dibe sedem ku pirsgirêkên ku tê payîn bi lezgînî bên çareserkirin, neyên çareserkirin."
'Xizanî jinan sînordar dike'
Sevda da zanîn qeyrana aboriyê û xizaniya jinê dibe sedem ku jin di nava malê de asê bên hiştin û wiha pê de çû:"Xizanî tê ji bo jinan wateya ku li herêmeke pir sînordar bijîn. Xizanî jinan sînordar dike. Jinên ku ji niha ve qadên wan ên civakî ji aliyê hikûmetê ve hatine bisînorkirin, ji ber xizaniyê bi temamî ji jiyana civakî qut bûne. Jin di nava jiyana malbatê de asê dimînin, jin di nava vê xizaniyê de bi tirsa xwe û ya herî zêde jî di nava ji bo pêşeroja zarokên xwe de dijîn. Îro jinên ku dema diçin dibistanê nikarin xwarinê ji zarokên xwe re peyda bikin, dema ku kirê zêde bibe nizanin wê çi bikin. Jinên ku nikarin pêdiviyên xwe yên herî bingehîn bi cih bînin, nizanin wê çi bikin, ji kirê bigire heya fatûreyan, ji lêçûnên perwerdehiyê bigire heya lêçûnên metbexê, bi mûçeyên kêm, şert û mercên xebatê yên nebaş û ne ewle tên cezakirin. Polîtîkaya hikûmetê ya girtina jinan a di nava mal û malbata zarokan de, di şert û mercên xizaniyê de ku roj bi roj girantir dibe, vediguhere rewşeke hîn xerabtir. Helbet belengaziya jinan ji xizaniya tevaya welat ne serbixwe ye. Dema ku kapîtalîzm bi çavbirçîtiya xwe ya ji bo qezencê, îstismarkirina kedê û mûçeyên kêm pêşkêşî karker û kedkaran dike, em dibînin ku li welat feqîrbûna karker û kedkaran tê nîqaşkirin. Ji ber ku aborî ji bo dewlemendan tê plankirin û li gorî berjewendiyên wan tê plankirin, ev jî dibe sedema xizaniyeke kûr. Ji ber vê yekê dema ku xizanî di encama xwezayî ya vê sîstemê de derdikeve holê, ji bo jinan tê wateya jiyanek dijwartir."
'Jin ji bo nanê xwe şer dikin'
Sevda bal bir ser têkoşîna hevpar a li dijî qeyrana aboriyê û xizaniya jinê û wiha bi dawî kir:"Grev û berxwedana kedkaran, hewldanên sendîkabûnê yên ku tevî hemû astengiyan her tim tên ceribandin û daxwazên zêdekirina mûçeyan li her derê welêt didomin. Di piraniya van grev û berxwedanan de em jinan di refên herî pêş de dibînin. Ji bo kar û nanê xwe şer dikin. Ji ber ku xizanî pirsgirêkek ji bo her jinekê ye, pêwîstiya me bi rêbazên têkoşînê heye ku her jinê di nav xwe de bihewîne. Têkoşîna jinan a ji bo maf û jiyana xwe û her wiha têkoşîna wan a li dijî kûrbûna xizaniyê girîng e. Ez difikirim ku ya ji me re lazim e rêxistinbûnek li dor daxwazên bihêz ên herêmî ye."