Tevgera Sedr giliyê Malikî kir

Çarşem 7 Îlon 2022 - 21:39

  • Tevgera Sedr giliyê Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nurî Malikî kir û xwest ew were girtin.

Tevgera Sedr giliyê Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nurî Malikî kir û xwest ew were girtin.

Emîndarê Giştî yê Tevgera Sedr Nisar Rubehî li ser mijarê got, “Îro roja Çarşemê me giliyê yasayî li ser Serokê Hevpeyamaiya Dewleta yasa Nurî Malikî tomar kir. Ev jî ji ber tomara deng dizînê ya beriya çend rojan eşkerebûyî ye.”

Nisar Rubehî diyar kir ku di gilînameyê de wan daxwaza girtina Malikî û qedexekirina geşta ji bo derveyî welat kiriye.

Berê hinek tomarên dengên Nurî Malikî hatin parvekirin ku di navbera Tevgera Sedr û Çarçovoya Hemahengî de bû sedema nakokiyan. 

ROJNEWS/BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.