Tevgera PDKʼê bi tehlûke ye

Duşem 21 Hezîran 2021 - 09:33

  • Sozdar Avesta got, metirsiya herî mezin a niha li dijî gerîla, liv û tevgera PDK'ê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê ye û destnîşan kir ku divê PDK tavilê dest ji vê helwesta xwe berde. 

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta ji Stêrk TV re axivî û qala dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê, berxwedana gerîla û piştevaniya PDK'ê ya bi dagirkeriyê re kir.

Sozdar Avesta bal kişand ser êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê, ku ji 23'ê Nîsanê û vir ve dewam dike û qala berxwedana gerîla ya bêhempa kir û got: “Metirsiya herî mezin a niha li dijî gerîla heye, liv û tevgera leşkerî ya PDK'ê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê ye.”

Xelkê Behdînan bi rûmet e

Sozdar Avesta qala helwêsta bi rûmet a xelkê Behdînanê kir û ji bo vê jî numûneyek da û qala malbata pêşmergeyekî şehîd kir û got: “Tevî ku çapemeniya PDK'ê bi israr jê pirsî, 'Birayê we ji aliyê PKK'ê ve hate kuştin, hûn ê der barê vê de çi bêjin?' wî got, 'Ez nizanim bê kê kiriye, lê belê tenê tiştekî dikarim bêjim; dewleta Tirk niha gelekî kêfxweş e, dijmin niha gelekî kêfxweş e'. Ji bo pêşmerge ji qadên gerîla biçe, tevgera me heta niha gelek caran bang kir, gel kete dewrê, daxuyanî hatin dayin. Lê belê hîn jî li qadên nû bi cih dibin, dorê li gerîla digirin. Bi vî rengî dihêlin ku dewleta Tirk bêtir ber xwe bibîne. Ji ber ku gerîla bi qirika dewleta Tirk ve girtiye û dişidîne. Divê êdî dest ji vê yekê berdin. Gerîla bi xwîna xwe berxwedaneke dîrokî û destanî dikin, lê belê ev nêzîkatiya PDK'ê metirsiya herî mezin e. Li pêşiya serketina têkoşîna gelê Kurd dibe asteng.” Sozdar Avesta, helwêsta Edhem Barzanî û pêşmergeyên dêrîn jî li vê numûneya xwe zdêe dkri.

Pêdivî bi yekîtiyê heye

Sozdar Avesta diyar kir, ku xelkê Başûrê Kurdistanê metirsî dîtiye û got, "Gelê me yê li Silêmaniye, Germiyan, Raperîn, Mexmûr, Şengal, Qendîl û li derveyî welat çalakiyên xurt dike. Ev gelekî girîng e, lê hîn encam bi dest neketiye. Ji ber ku zext û êrişên dewleta Tirk hîn dewam dike. Divê medya PDK'ê dest ji helwesta xwe ya alîgiriya şer berde. Di vê demê de pêwîstiya gelê Kurd herî zêde bi yekîtiya neteweyî, neteweya demokratîk heye. Di nava gel de yekîtî jixwe heye, Kurdên li parçeyan hemûyan û li derveyî welat li ber vê dagirkeriyê radibin. Ne tenê Kurd, her wiha gelên cuda jî nerazîbûnê nîşanî dagirkeriyê didin. Ev sekneke gelekî hêja ye.

Sozdar Avesta bal kişand ser Însiyatîfa Parastina Kurdistanê ya Navneteweyî û got, "PDK divê bi vê hewldanê serbilind be û dest ji polîtîkayên xwe yên hevkariya bi dagirkeriyê re û polîtîkayên dijminane berde. Eger hurmetê nîşanî Kurd û Kurdistanê dide divê pêşmergeyên xwe, hêzên xwe yên taybet ên şandine qaden gerîla tavilê vekişîne, vekişe cihê xwe yê berê û bes piştgiriyê bide dewleta Tirk. Sekna gelê me sekneke gelekî girîng e û wê encameke baş bi dest bixe."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.