“Tev parçeyekî çîrokeke mezin in”

Nûçeyên Çand/Huner

În 5 Mijdar 2021 - 23:12

  • Şêwekara Tehramî, Xanî: Ew xêz, dîmen û reng tevde parçeyekî çîrokeke mezin in û şopên hestên min dihewînin.

Şêwekar Leyla Xanî (Layla Khani) ya Îranî, li Tehranê ji dayîk bûye. Li nava malbata wê, gelek muzîkjen û nivîskar hene. Jixwe, gava ew jî behsa bibîranînên xwe yên zarokatiyê dike, dibêje bibîranînên min ên ewil bi stran, helbest û çîrokan hatine xemilandin. Gava hîn zarok bûye gelek caran, wê li ber muzîkê tişt xêz kirine û hin caran jî li ber helbestên bavê xwe di xewê re çûye. Ew di ciwaniya xwe de jî ji bo xêza xwe xurttir bike, tim xebitiye û li ber xêzkirinê, xwe fêrî pîyanoyê jî kiriye. Ew di warê şêwekariyê de gelek stîlan diceribîne û li jiyana gelek şêwekarên navdar dikole û li ser hunerê wan hûr dibe. Piştî van lêhûrbûnên xwe ew dersên giranbiha ji wan digire û rêya xwe ya hunerê diyar dike.

Metrepoleke wek cinawiran!

Leyla Xanî, gava behsa ciwaniya xwe dike, bandora bajarê Tehranê ya li ser wê jî rave dike. Nexasim, qerebalixa Tehranê û avahiyên nûjen bandor lê kirine û ji bo wir dibêje, “Metrepoleke wek cinawiran bû ku reng û çîrok hemû dadibelandin!” Di nava wî bajarê qerebalix de malên piçûk yên bi tuxleyên sor jî hene helbet, û ev xanî jî bala wê pirr dikişînin. Lê avahiyên nûjen yên bilind û bi ronahiyan hatine xemilandin jî ji ber çavên wê qet neçûne. Ew van xaniyên piçûk wek dîmenên berxwedanê yên di nav metropalan de mane bi mane dike û dibêje, “Van her du hêlên bajêr jî li ser hunerê min bandora xwe kir, çarçoveya wêneyên min û her wiha sînorê hunerê min firehtir kirin. Vê rewşa bajêr a kevn û nûjen, li ser nihêrîna min û têgihîştina min a li dinyayê bergehên nû ava kirin. Bi vî awayî min karîbû wêneyên sadetir çêkim û bibim şêwekareke afirîner.”

Îlhama wê ya destpêkê rastî ye

Leyla Xanî beriya biçe li cihekî bigere, ew li gel xwe deftera xwe ya xêzkirinê jî dibe û hin tiştên tên bîra wê li wir xêz dike yan jî dinivisîne. Ew carinan kamerayê jî bi xwe re digerîne û wêneyên derûdora xwe digire da ku li kargeha xwe ji wan sûdê bigire.

Leyla Xanî, van dîmenan li kargeha xwe bi kar tîne û çap dike. Ew dibêje, “Di nav jiyana rojane de gelek çavdêriyên min çêdibin û ez van çavdêriyên xwe qeyd dikim. Dikarim bibêjim ku hemû wêneyên min û şêweyên çapkirina tabloyên min encama van gerên min ên rojane ne.” 

Şêwekar Leyla Xanî dibêje, “Gelek xebatên min her çiqas encama xeyalsaziya min bin jî, rastî ji bo min her tim îlhama destpêkê ye. Kesên ku ez wan nas dikim, cihên ku diçim li wan digerim, çîrok û helbestên dixwînim li ser hestên min bandorekê çêdikin û her wiha li ser hunerê min ku li ser tabloyan derdikeve holê.”

Xêzên Persepolîsê wê matmayî dihêlin

Gava rojekê berê wê dikeve ber bi paytexta Axamîşan, Persepolîsê, hunerê li ser keviran ên beriya 2 hezar û 500 salan, wê matmayî dihêlin. Ew vê matmayîbûna xwe wiha tîne ziman: “Keda salan a van hunermendan li hemberî min pirr zindî disekinî.

Min tiliyên xwe li ser keviran gerandin, weke ku ji wextekî derbasî wextekî din bibim. Her parçe û quncikeke van xêzên li ser keviran hatibûn neqişandin, dîmenên bêhempa bûn û heta roja îro hatibûn. Vê gera min, kir ku di hişê min de tiştek nû zîl bide û hesta afirîneriyê bi min re çêkir.”

Piştî çend sal şûnde ew bi riya çapê vê afirîneriya xwe derdibire û wêneyan çêdike. Leyla Xanî bi çêkirina van wêneyan çawa ku tiştekî windabûyî dîtibe, hîs dike û bi vî awayî têkiliyekê bi hunermendên çend hezar sal beriya xwe yên Persepolîsê re datîne. Leyla Xanî dibêje, “Bi saya wan min jî xwest behsa hin çîrokan bikim, îro gava li wêneyên xwe yên bi şêweya çapê dinihêrim, biveneve tiştên hevpar dibînim di navbera xwe û wan de.”