Temellî:Tecrîdê rêveberiya nîv-dîktatorî aniye

Pêncşem 15 Sibat 2024 - 00:58

Li Kurdistanê û li Ewropayê çalakiyên Kurdan û dostên wan ên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan didomin. Yek ji van çalakiyan jî Meşa Mezin a Azadiyê ye ku 1’ê Sibatê li Bakurê Kurdistanê bi tevlêbûna nûnerên partiyên siyasî, sazî û dezgehan didome. Meşa Azadiyê ku piştî peyama ‘’Ji Ocalan re azadî’’ gihandibû gelek bajarên Bakurê Kurdistanê 13’ê Sibatê gihaştibû Amedê û li gel astengiyên polîsên Tirk jî Rêwiyên Azadiyê yên Meşê heta bi Mînareya Çarling meşiyabûn. Meşa Azadiyê ku 14’ê Sibatê li navçeyên Girêsor û Curne Reş ê Rihayê didome, 15’ê Sibatê, salvegera Komploya Navnetewî ya di şexsê Rêber Ocalan de li ser dijî vîna azadiya Kurd hatî kirin wê bigihe gundê Amara ya navçeya Xelfetiyê, gundê ku Rêber Ocalan lê çêbûyî û li vir wê daxwaza azadiya fizîkî ya Ocalan ji hemû cîhanê re were ragihandin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mûşê Sezaî Temellî aşkere kir heta ku azadiya fizîkî ya Ocalan were mîsogerkirin çalakiyên wan wê bidomin.

Temellî yê ku ji MA’ê re axivî û bersiv dayî pirsên rojnamevan Mahmût Altintaş destnîşan dike tecrîda li ser Rêber Ocalan pirsên li Kurdistanê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn girantir dike û paradigmaya ku Ocalan ji bo gelan daniye, weke rêya çareseriyê diyar dike. Temellî dibêje paradîgmaya Ocalan ji bo hemû gelan çareseriya azadî û wekheviyê ye û ji bo vê jî têkoşîna ji bo azadiya Ocalan pir girîng e.

Ocalan çareseriya azadî ya gelan e

Wekîlê DEM Partiyê Temellî wiha dibêje: ‘’Li Tirkiyê krîzên mezin hene. Dema em li Sûriye, Iraq û tevahiya erdnîgariya Rojhilata Navîn dinêrin rewş ne cûda ye. Dema em meseleya Filistînê dinêrin, em dibînin ku mesele çiqasî bi Tirkiyeyê û geşedanên li Rojhilata Navîn ve girêdayî ye. Xala hevpar a van hemû pirsgirêkan pirsgirêka Kurd e. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke cîhanî ye. Pêwîst e ev pirsgirêk bi lezgînî bê çareserkirin, lê di destê kesî de çareseriyek nîne. Tenê kesek heye û ew jî Abdullah Ocalan e. Çareserî û paradîgmaya birêz Ocalan û stratejiya rêya 3'emin hem ji bo pirsgirêka gelên li Rojhilata Navîn û hem jî ji bo pirsgirêka demokrasiyê ya îro li Tirkiyeyê çareseriyeke mayînde ye. Paradîgmaya Ocalan ji bo hemû gelan çareseriya wekhevî û azadiyê pêşkeş dike. Ji ber vê yekê têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan û pêkanîna paradîgmaya wî xwedî girîngiyeke mezin e. Girtiyên di greva birçîbûnê de amaje bi vê yekê dikin. Bang li hemû raya giştî dikin ku di vê mijarê de hestiyar bin. Çareseriyê careke din nîşan didin. Ji ber vê yekê grevên birçîbûnê pir girîng in."

 Bi tecrîdê re nîvdîktatorî ava bûye

Temellî bi demdorî nebûna demokrasiyê ya li Tirkiyê destnîşan kir û diyar kir sedema tinebûna demokrasiye tecrîda li ser Ocalan e, çikû li cihê ku tecrîd hebe mirov nikare behsa hebûna demokrasiyê û hiqûqê bike. Temellî got,’’Dema ku mirov li dîroka Tirkiyeyê ya di dema tecrîda 25 salan a Îmraliyê de dinêre, dîrokek ku ji demokrasî û mafên mirovan dûr ketiye û gav bi gav li gorî pêwîstiyên wê qanûna îstîsnayê rejîmeke zilmê ava kiriye. Ev ne tesaduf e, ev encama pergala tecrîdê ye. Ji ber vê tecrîdê em niha hatinê qonaxa nîv dîktatorî ye. Tecrîd ji bo hemû kesên li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn xetereyên mezin tîne. Ji bo vê jî divê her kes bi awayekî cidî nêzî mijara tecrîde bibe. Li dijî vê bêhiqûqiyê helwestê nîşan bide, berpirsyariya xwe bi cih bîne û gavan biavêje. Yê ku xwe weke demokrat û rewşenbîr bi nav dike, divê bi vê hişmendiyê tevbigere. Heke hûn welatekî demokratîk dixwazin, hûn pergalek ku hiqûq û mafên mirovan neyên binpêkirin dixwazin, wê demê divê hûn vê tecrîde ji holê rakin û rêya vê yekê jî helwest têkoşînê.”

Pêvajoyeke nû ya çalakiyan dest pê dike

Temellî bi berdewamî bal bire ser Meşa Azadiyê ya Mezin û got, "Piştgirî û tevlîbûna gel pir xurt bû: Li her cihê ku çalakvanên meşê derbas dibûn berxwedaneke bêhempa hebû. Ji ber vê yekê, beşdariya gel pir girîng bû. Çalakî wê ji niha û pê ve jî berdewam bikin. Ev qonax wê di 15'ê Sibatê de biqede, lê wê pêvajoyeke nû ya çalakiyê dest pê bike. Heta ku tecrîd bi dawî bibe em ê di nava çalakiyan de bin. Ji ber ku bêyî vê armancê demokrasî û siyaset di tu warî de pêş nakeve. Ji bo bidawîkirina vê jî wê çalakî piştî 15’ê Sibatê berdewam bikin. Di hilbijartinên herêmî de mijara herî girîng têkoşîna li dijî tecrîdê ye. Ji bo ku demokrasiya herêmî mayînde bibe divê tecrîd bi dawî bibe da ku em demokrasiya herêmî pêk bînin. Çalakî heta azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk were wê bidomin. Ji ber ku gel û civak vê dixwazin. Li gelek deverên cîhanê sendîka, rêxistinên sivîl û partiyên siyasî li ser vê mijarê çalakiyan pêş dixin. 25 sal pir demekê dirêjê ku birêz Abdullah Ocalan girtiyê divê edî ev girtîbûn bi dawî bibe.’’

RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.