Têkoşîna Çelebî li erdê namîne

Duşem 23 Gulan 2022 - 22:30

  • Li ser canazeyê panaberê siyasî yê ji Bakurê Kurdistanê Mihemed Zekî Çelebî soza dewamkirina têkoşînê hate dayîn. 

Li ser canazeyê panaberê siyasî yê ji Bakurê Kurdistanê Mihemed Zekî Çelebî soza dewamkirina têkoşînê hate dayîn. Mela Nadir got, xelk qebûl nake zarokên vî welatî ji aliyê dijmin ve werin qetilkirin.

Li kolana Bextiyarî ya Silêmaniyê piştî ku cenazeyê Zekî Çelebî yê ku şeva 17’ê Gulanê hatîbû qetilkirin, ji morga Silêmaniyê hate wergirti, malbatê, aktîvîst, hunermend û welatparêzan cenaze pêşwazî kir. Piştî ku cenaze rakirin Mizgefta Ehmed Hacî Elî, ji wir ber bi bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ve cenazeyê şehîd Zekî Çelebî hate oxirkirin.

Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Serokê Komeleya Karkeran a Mezopotamyayê Muslîm Kaplan, M. Zekî Çelebî weke şehîdê gelê Kurd û şoreşa demokrasiyê bi nav kir û got, “Ey şehîdê rûmetdar, gelê Kurd bi helwêst û daxwazên we yên ji bo aştiyê serbilind e. Bila neyar baş zanibin, ew têkoşîna ku Şehîd Zekî kiriye, wê rêhevalên wî dewam bikin û bigihînin armancê. Armanca we azadiya gelê Kurd û tinekirina dijmin bû. Lê, mixabin bi destê yên îdîaya kurdayetiyê dikin û destê xwe xistine destê dijmin, tu hatî qetilkirin.”

Muslîm Kaplan herî dawî got, “Em weke endamên HDP’ê û şoreşgerên demokrasiyê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ser haman riyê dewam dikin. Kuştin û êriş nikarin îradeya gelê Kurd bişkînin.”

Ji desthilatê re şermek e

Piştre Mela Nadir Elî axivî û got, “Şehîd Zekî ji bo Silêmaniyê gelek xizmet kir. Ji ber ku şehîd Zekî xwe weke xelkê Silêmaniyê didît, lewma daxwaz dikin ku cihê wî avakirî bimîne. Gelek şerm e li vî bajarî dema ku daxwaza mûçe tê kirin, bi dehan wesayît û hêzên ewlehiyê tên li ser cadeyan, lê li ber çavê xelkê û li gel hebûna kamerayan Şehîd Zekî tê şehîdkirin. Heta niha fail nehatine dîtin. Heger kes jî bike weke mû ji mast derbixîne, lê ev karê hikûmetê ye û heger neke, heta mirinê şermezarî ye.”

Mela Nadir Elî diyar kir ku xelk wê qebûl neke zarokên vî welatî ji aliyê dijmin were qetilkirin û bang li hikûmetê kir da ku dosyayê eşkere bike.

Piştî axaftinan, cenaze ber bi Mizgefta Ehmed Hacî Elî ve hate oxirkirin. Li vir jî piştî rêûresma dînî cenaze berbi bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ve hate oxikirin. Cenaze wê Wanê were veşartin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.