Tedawiya nexweşan tê astengkirin
Pêncşem 3 Tîrmeh 2025 - 03:12
Li Kampa Mexmûrê ya di bin parastina Neteweyên Yekbûyî (NY) de zêdetirî 12 hezar kes dijîn. Ambargoya hikûmeta Iraqê ya li ser kampê bi sala ye berdewam dike. Ambargoya li ser kampê ji 10’ê Nîsanê ve hatiye girankirin.
Hevberdevka Komîteya Tenduristiyê ya Mexmûrê Nûran Sezgîn û Hevberdevka Komîteya Perwerdeyê Helîn Kara têkildarî pirsgirêkên ji ber ambargoyê li kampê rû didin axivîn.
Nûran Sezgînê anî ziman ku ji ber ambargoyê nexweşên penceşêrê nikarin tedawî bibin û vê rewşê kiriye ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin û got:“Li kampê hezar û 50 nexweşên kronîk hene. Piraniya wan nexweşên hîper tansiyonê, şekir, gurçik û bêhnkurtê ne. Her wiha 31 nexweşên penceşêrê hene. Ev kes di mijara tedawiyê de zehmetiyên mezin dikêşin. Di hatin û çûna nexweşxaneyan de zehmetiyan dikişînin. Tedawiya van kesan dest pê kiribû. Lêbelê piştî destpêkirina ambargoyê, tedawiya wan nîvco ma. Kesên jiyana xwe ji dest dan çêbûn. Ji ber ambargoyê, heta niha 10 pitikan jiyana xwe ji dest dane. Gelek jin ji ber çûn. Ev jî li pêş çavên hemû cîhanê çêbûn.” Di mijara peydakirina dermanan de em zehmetiyên cidî dijîn. Yên bi mafên mirovan re, parastvanên demokrasiyê û yên digotin bi gelên bindest re ne, yên Mexmûr weke qibleya têkoşîna xwe didîtin li dijî vê ambargoyê nerazîbûneke xurt nîşan nedan. Ev ambargoya giran hêj didome. Em di nava ambargoyê de ambargoyê dijîn. Iraqê ambargo daniye ser kampê. Gelek caran li ser hate axaftin lê nehate çareserkirin. Ev kamp di bin parastina NY’ê de ye. Ji tenduristiyê heta perwerde, ewlehî û pirsgirêkên din, ji tevekan berpirsyar e. Divê jê re bibe bersiv. Her roj dron li ser serê me digerin. Ev jî bandorê li psîkolojiya gel dike.”
Hevberdevka Komîteya Perwerdeyê Helîn Kara jî got:“Me xwest ji hêla civakî, aborî û perwerdeyê ve bi hikûmeta navendî ya Iraqê re pêwendiyan pêş bixin. Ev hewldana me hêj didome. Di mijara perwerdeyê de serlêdan û pêşniyarên me çêbûn. Ji ber ku xwendekarên me dixwazin dibistana xwe bidomînin. Pêwîstiyên me di asta tê xwestin de nehatin pêşwazîkirin û pirsgirêk didome. Em niha di betlaneya havînê de lê em nikarin hewcehiyên dibistanan dabîn bikin. Li her dera cîhanê mafê perwerde û tenduristiyê yê mirovan heye. Ev, pêdiviyeke sereke ye û divê ev pirsgirêk bê çareserkirin.”
MA/ZEYNEP DURGUT