Divê Tirkiye jî gavan biavêje
Duşem 3 Mijdar 2025 - 03:52

Malbatên şehîd û gerîlayan ên li Helebê piştgiriya xwe bi gerîlayan re nîşan da û ji dewleta Tirk xwest ku ji bo serxistina pêvajoya aştiyê gavan biavêje û Rêber Abdullah Ocalan serbest berde. Sûad Hesen dayika 4 têkoşer û şehîdekê ye. Keça wê Dêran Botan (Hêvîn Ednan Ebdo) di sala 2009’an de tev li refên gerîla bûye, keça wê ya din Rûheyv Efrîn (Medya Ednan Ebdo) di sala 2017’an de tev li gerîla bûye. Kurên wê Seîd û Ednan Ebdo jî tev lê bûne. Her wiha keça wê Rûheyv Efrîn (Bedîha Ednan Ebdo) di sala 2019’an de di bersivdayîna êrişên dewlet Tirk a dagirker de şehîd bû. Sûad Hesen got:"Em bi hemû hêz û enerjiya xwe bi hêzên xwe ve girêdayî ne. Em bi biryarên hêzên xwe bawer in ku li gorî pêvajoyê ye û wê ber bi serketin û aştiyê ve dibe. Ev biryar gavên pratîk ên banga Rêber Abdullah Ocalan in." Sûad Hesen diyar kir ku biryarên dîrokî yên PKK’ê wekî şewitandina çekan û vekişîna gerîlayan ji sînorê Tirkiyeyê tenazul nînin, lê biryarên çarenûsî ne. Em dayikên gerîla ji mafên xwe nayên xwarê. Em piştgiriyê bidin hêzên xwe ku bi saya wan em hene." Dayika şehîd Can Xort (Semîr Şêx Îsa) Asya Ebdo jî got:"Xwedîderketina me ya li gerîlayên me ku bi dehan salan li çiyayan ji bo aştî û vejandina nasnameyê, piştrast dike ku ew pabendî banga Rêber Abdullah Ocalan in. Di heman demê de berdewama bangên ber bi aştiyê ve ku ji destpêka damezirandinê ve heya îro dike." Asya Ebdo bang li dewleta Tirk ku bi lez gavên pratîk biavêje û got:"Em piştgiriyê didin biryarên hêzên xwe. Em bi hêvî ne ku dewleta Tirk xîtabên xwe veguherîne gavên şênber." Bavê gerîla Buhar Elî û Sozdar û şehîd Rojhat (Orhan Elî), Mihemed Elî jî got, armanca Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan kiriye, şewitandina çekan û vekişîna gerîlayan ji sînor, rawestandina herkîna xwînê û vejandina têkiliyên dîrokî û nasnameyê ye. Mihemed Elî anî ziman ku ew ê heya pêkanîna van armancan tê bikoşin.
ANHA/NESRÎN ŞÊXO/HELEB











