Aştî meseleya jinane

Duşem 3 Mijdar 2025 - 03:42

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Aştiyê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclisê hate avakirin, di rûniştina xwe ya 15’ê Cotmehê de li Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye guhdarî kir. Ji endamên înîsiyatîfê Rûşen Seydaoglû û Ferîde Eralp di komîsyonê de axivîn. Ferîde Eralp, têkildarî helwesta komîsyonê û pêdiviyên pêvajoyê axivî. Eralp, diyar kir ku biryar e di pêşkeşiyên komîsyonê de tu kes naaxive, pirsan neke û nekeve navberê û got:“Ev tê wê wateyê ku derdorên ji hev cuda di navbera hev de nîqaşan nakin. Ev jî dike hevrûbûn çênebe, nîqaş çênebin, heqîqet dernekevin holê û rê li ber avakirina zagonên aştiyê digire.” Ferîde Eralpê got ku wan gelek şahidî û dane parvekirin lê ew nizanin ka endamê komîsyonê çi difikirin û pirs kir:“Di rewşeke wiha de raporeke hevpar wê çawa bê amadekirin?” 

Divê hevrûbûn çêbibe 

Ferîde Eralpê got ku divê komîsyon di mijarên weke zimanê dayikê, tevlibûna jiyana sivîl de ji bo çarçove û daxwazên şênber zagonî bibin bi rola xwe rabe û got:“Di komîsyonê de nehiştin Dayikên Aştiyê bi Kurdî biaxivin û nîqaş derketibû. Ji wê rojê ve Serokê Meclisê peyamên Kurdî da. Lê ev gav ne şênber in, tenê di asta niyetê de ne. Tu bingeheke wan a zagonî nîne. Ji bo ev li gorî serdemê neguhere divê bibe zagon. Rûniştina din a nîqaş tê de derketî jî ew bû ya li hîzbûllahiyan hate guhdarîkirin. Ev kes li dijî jinan û gelê Kurd weke taktîka şerê taybet hatin bikaranîn. Lewma meseleyeke dîrokî ye. Divê civak bikare nîqaşê li ser bike.” 

Faîl di meqamên biryardayînê de ne 

Ferîde Eralpê, diyar kir ku dema diaxivî gotina wê hatiye birîn û got:“Ev ne tesadûfî bû. Sûcên kesên biunîforma û hêza dewletê li pişt, dema li dijî jin û zarokan sûcên tacîza zayendî, îstîsmar, tecawiz û hwd. dikin sûcên wan bi awayekî sîstematîk nayên lêpirsîn, bi beraetê biencam dibin û tên veşartin. Lê li rojnamegerên vî sûcî derdixin holê lêpirsînê vedikin. Me got ku di salên 90’î de gelek jin rastî îstîsmara zayendî hatine lewma dema qereqol, polîs, leşker, tîmên taybet û hwd. dibînin ditirsin. Heta ku em nepirsîn bê ka çima zarokek keç dema van kesan dibîne çima ditirse, em ê nekarin aştiyê bînin û aştiya civakî çênabe. Dema hevrûbûn çênebe, wê demê di pêvajoyên aştiyê de faîlên sûcan jî li wan meqaman rûdinin û biryaran didin.” Bi domdarî Ferîde Eralpê got ku jin li dijî tundî, xizanî û cînayetên jinan neçar in “têkoşîna jiyanê” bidin û hewceye di navbera vê têkoşînê û pêvidiya bi aştiyê jî têkiliyeke bê dayin got:“Nexwe em ê nekarin aştiyê bikin rojeva sereke ya jinan.” 

Divê li Ocalan guhdar bikin

Di berdewamê de Ferîde Eralpê da zanîn ku ji bo dewlet gavên ewil biavêje pêdivî bi îradeya siyasî heye û got:“Tezkere ji Meclisê derbas kirin. Lê betalkirina vê dikariya bibe gava ewil. Divê girtiyên siyasî, girtiyên nexweş bên berdan. Me li wir jî pêşniyar kir ku TMK were rakirin, qanûnên siyasetê weke sûc nîşan didin bên rakirin, qeyûm paşve bên vekişandin, divê şaredarên girtî bên berdan û mudaxileyî rêveberiyên xwecihî nekin. Divê rêya wê were vekirin ku partiyên li Meclisê, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan û rojnameger bi aktorê pêvajoyê Abdullah Ocalan re bikarin hevdîtinan bikin. Li hêla din, budçeya anîn Meclisê budçeya şer e. Banga me li jinan ew e ku ji bo aştiyê tev li înîsiyatîfa me bibin.” 

MA/YEŞÎL TÛKEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.