Tevgera Kurd îdîaya aştiyê mezin dike
Duşem 3 Mijdar 2025 - 03:38

Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurd di 26’ê cotmehê de di esasa erêkirina Rêber APO de li Qendîlê daxuyaniyek dîrokî da. Tevgerê di daxuyaniyê de da zanîn ku di çarçoveya biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê de, hêzên xwe yên HPG’ê û YJA-STAR’ê ji Tirkiyeyê vedikişîne. Bi vê gavê re pêvajo ket qonaxa duyemîn. Di rayagiştî ya cîhanê û bi gelê Kurd re vê daxuyaniyê deng da. Der barê mijarê de aktîvîsta Tevgera Jinen Azad (TJA) Başak Saridal nirxandina kir. Başak Saridal da zanîn ku Tevgera Azadiya Kurd bi salane têkoşînê dimeşîne û tevgera azadiya Kurd berê jî di 1993, 2013 û 2015’an de ji bo aştiyê gav avêtine lê bêguman ev gav bê bersiv hatine hiştin û got:“Bi banga 27’e Sibatê re pêvajoyek nû detst pê kir. Ji 27’ê Sibatê şûnde PKK’ê gavên dîrokî avêtin. Daxaza aştiyê bi gavên şênber nîşan dide. i pêvajoyê re roleke mezin a jinan hebû. Tevî zilm û qetiklirinên jinan, jin îro hîna li kolanane û li ber berxwe didin.” Başak Saridal destnîşan kir ku ji 27’ê Sibatê heta niha pêvajoya hatiye destpêkirin tê provoke kirin û got:’’TJA û meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan di dîrokên cuda de çalakî pêk anîn û ev çalakî hatin provokekirin. Di daxuyaniya ku hevala Pervîn da de, parlamenterên Îyî Partiyê peyamên zayendperest dan. Ev hemû kakila neçareseriyê ye.” Başak Saridal diyar kir ku tevgera azadiya Kurd û Rêber APO ji bo aştiyê her tim xebatan dimeşînin û got:“Pêvajo tevî ku ji aliyê çapemeniyê ve wek propaganda bê nîşandan jî Tevgera Azadiya Kurd bi israr îdiayên ji bo aştiyê mezin dike, biryarên xwe mezin dike û gavên dîrokî davêje. Divê dewlet li hember van gavan bavêje. Avêtina gavan wê pêşiya pêvajoyê vebike. Birêz Abdullah Ocalan tevî hemû zext û tecrîdê jib o aştiyê xebat meşandiye. Divê dewlet jî êdî gavên siyasî û hiqûqî bavêje.”
JINNEWS/GULÎSTAN GULMUŞ











