Swêd divê helwêsta xwe hişk bike

Pêncşem 17 Sibat 2022 - 22:24

  • Parlamenterê Swêdê, Håkan Svennelig bal bire ser êrişên leşkerî yên dewleta Tirk ên li dijî bajarên Kurdan û ji Swêdê xwest ku helwêsta xwe ya li dijî vê yekê hişk bike.

Parlamenterê Swêdê, Håkan Svennelig bal bire ser êrişên leşkerî yên dewleta Tirk ên li dijî bajarên Kurdan û ji Swêdê xwest ku helwêsta xwe ya li dijî vê yekê hişk bike.

Deklarasyona Karên Derve ya Swêdê ya salane, bi pêşengiya Wezîra Karên Derve Anna Lindh li Parlamenta Swêdê hate nirxandind.

Di nirxandina deklarasyonê de Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê û Berdevkê Polîtîkaya Derve ya partiyê, Håkan Svennelig xwest Swêd helwêsta xwe ya li dijî Tirkiyeyê hişk bike: "Li Tirkiyeyê parlamenterên muxalefetê têne girtin" û diyar kir ku artêşa Tirk êrişî bajarên Kurdan dike. Li gel helwêsta êrişkar a artêşa Tirk, Swêd û Yekîtiya Ewrûpayê ji bo kampên penaberan pereyan didin û rejîma Erdogan weke endamekî paşerojê yê YE´yê dibînin. Hikûmeta Swêdê û YE, divê li dijî bûyerên neerênî yên li Tirkiyeyê helwêsteke tund nîşan bidin.

Divê Swêd bibêje, heger Tirkiye HDP'ê bigire yan jî nûnerên wê bi dozên komî mehkûm bike, divê danûstandinên ji bo endametiya YE´yê ya Tirkiyeyê bê betalkirin."

Rejîm di heman demê de ji aliyê leşkerî ve jî êrişan dike. Bi taybetî êrişan li herêmên Kurdan dike. Ji destpêka meha Sibatê ve artêşa Tirk êrişên hewayî li herêmên Kurdan ên li Bakurê Iraqê û Sûriyeyê kirin. 

Tirkiye weke endamekî Konseya Ewropayê van êrişên leşkerî dike. Her wiha endamên din ên tifaqa leşkerî ya NATO'yê lê napirsin û van êrişên xwe jî bi giranî bi çekên ji welatên din ên NATO'yê dike. Ev yek mînakeke cuda ye ku nîşan dide, ka divê Swêd çima nebe parçeyek ji tifaqa leşkerî ya NATO'yê."

ANF/STOCKHOLM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.