Swêd bû şelaf û çû

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 3 Hezîran 2023 - 02:15

  • Parêzer Mikael Westerlund li aliyekî dibêje, ev qanûna krîmînalîzekirina Kurdan muwekilên wê yên Kurd dixe nava fikaran, lê li aliyê din jî ew dibêje, qanûn rêûresma piştgiriya bi dozên heq re ya li Swêdê dixe tehlûkeyeke mezin: lewma berhevkirina pereyan ji bo miletên bindest jî dikare bê krîmînalîzekirin. 

REWŞAN DENIZ/FRANKFURT

 

Ji bo endametiya NATO´yê Swêdê desteka xwe ya bi Rojavayê Kurdistanê re sekinand, ji bo krîmînalîzekirina Kurdan qanûnên nû derxistin. Ev qanûn doh ketin meriyetê. Niha çav li rê ye ku Stockholm li gorî van qanûnan dozên nimûne bibe ber dadweriyê û Kurdên li welêt yekcar çavtirsandî bike. Gelo bi van wê daxwazên Tirkiyeyê biqedin yan na, ev jî nediyar e; lê tiştek diyar e, Swêda ku li astengiya Enqere û Budapeşteyê aliqiye û hîna nebûye endamê tifaqa leşkerî ya bakurê Atlantîkê NATO´yê, ji mêj di warê nirxên demokratîk ên civakî û siyasî de pê li rûmeta xwe kiriye. Azadiya îfadekirina hizra xwe ya beşek ji welatiyên Swêdê tê betal kirin. Ev jî ne gazinek û tirseke bê sedem e. Rojnamevan Kurdo Baksî ji çapemeniya Elman re peyiviye û dibêje: “Kurd wê siberojê êdî li Swêdê jî azad nikaribin bipeyivin”.

Beriya mirov vê peyva wê binirxîne, ya baş wê bibe ew, ka çawa Swêdê ji bo ku Tirkiyey endametiya wê erê bike, çawa û çiqas şelafî kiriye. Û jixwe bi şelafiyê rûmeta binpê kiriye û nehiştiye. Li gorî qanûna nû, ji doh ve li Swêdê destekkirin, birêxistinkirin û fînansekirina “yekîtiyeke terorîst” tê cezakirin. 

Ji bo ku em rehettir karibin îfade bikin, em berê xwe bidin wezîrekî hikûmetê. Wezîrê Edaletê yê hikûmeta rastgir, dibêje, kesekî ku xizmeta veguheztinê bike, yan jî li çalakiyan xwarinê, vexwarinê dabîn bike, dibe ku qanûnê binpê bike.

 

Gaveke muhim a şelafiyê

Ji bo wî û hevalbedên wî yên di partiya serokwezîrê muxafezekar Ulf Kristersson, ev qanûna ji bo krîmînalîzekirina Kurdan, gava dawiyê ye di rêya endametiya NATO´yê de. Ev meha li ber me wê nîşan bide, bê ma ev hizr rast e yan na. Lê tişta em bi issehî dizanin ew e ku nirxên xwe yên demokratîk bi daxwazên dewleta Tirk binpê kirin û wê piştî ku dozên nimûne bi encam bûn, bibe bela serê tevahiya welatiyên Swêdê.  

Li gorî Swêdiyan wan gava dawî ya peymana di navbera Tirkiye û Swêdê de bi cih aniye. Serokwezîr Kristersson got, “Me soza vê dabû dostên xwe yên Tirk. Em qebûl dikin ku sedemên wan ên baş hene, fikaran bikin di wî warî de ka welatên din çawa wê alîkariyê bi wan re bikin da ku ew xwe biparêzin.”

Dewleta Tirk a êrişkar, dagirker û li dijî gelê Kurd qirker, ji bo van emelên xwe yên qirêj bi zor û şantajê, ev gotin jî bi serokwezîrekî Swêdê dan gotin. Bi ser halan de hê nû beriya bi du salan eşkere bûbû ku Swêdê bi neheqî bi salan zilm li civaka xwe ya Kurd bi xwe kiribû ji ber meseleya kuştina Olof Plme.  

 

Dîsa SÄPO krîmînalîzekirina Kurdan organîze dike

Rêxistina istîxbaratê ya Swêdê SÄPO di destpêka krîmînalîzekirina Kurdan li Ewrûpayê destpêka salên 80´yî bi rola sereke rabûbû. SÄPO niha jî esas krîmînalîzekirina Kurdan organîze dike. Di destpêka salê de SÄPO´yê daxuyaniyek dabû û gotibû, PKK ji Swêdê jî tê fînansekirin. Ti agahiya berçav û raporên elaqedarî vê nehatin weşandin, lê SÄPO xwedî li rola xwe ya organîzekirina krîmînalîzekirina Kurdan derket. Ev agahiyên şêlo, wê karibin bibin sedem ku li mirovan bi doza bi salan cezayên hepsê doz bên vekirin. Û heger ceza li wan bê birrîn, dibe ku ew bi salan bikevin hepsê jî. 

 

Tirs û terorê dixin nava dilê Kurdên li Swêdê

Rojnamevan Kurd û Swêdî, Kurdo Baksî ji çapemeniya Elman re tirsa Kurdan eşkere dibêje, “Kurd wê siberojê li Swêdê jî êdî azad nikaribin bipeyivin. Tirs ketiyê dilê Kurdan” Ew balê dibe ser bazara qirêj a Swêdî bi dewleta Tirk re kiriye û bi terzê erdogan ên şantajê vê yekê nîşan dide: “Erdogan timî behsa lîsteyeke kesên divê radestî wê bên kirin, dike. Pêşî 33 kes bûn, piştre bûn 42, û niha weke bazirganekî li Stenbolê beşsa 100 ta 130 kesan dike, dixwaze Swêd wan radestî wî bike.”

 

Li dijî xebata piştgiriyê ye jî 

Her kes li Swêdê ne hevparê vê bêrûmetiyê û şelafiya hikûmetên Stockholmê ye. Hê gava qanûn, pêşnûma bû, Meclîsa Qanûnan a Swêdê rexne lê girtibûn. Divê dezgehê de hiqûqzan cihê xwe dighirin, û ew pêşnûma qanûnan yan jî pêşniyazên guhertina qanûnan kontrol dikin. Endamên wê pêşniyaz kiribûn ku qanûn bi vî awayî neyê qebûlkirin. 

Parêzer Mikael Westerlund jî ji çapemeniya Elman re peyiviye. Ew li aliyekî dibêje, ev qanûna krîmînalîzekirina Kurdan muwekilên wê yên Kurd dixe nava fikaran, lê li aliyê din jî ew dibêje, qanûn rêûresma piştgiriya bi dozên heq re ya li Swêdê dixe tehlûkeyeke mezin: lewma berhevkirina pereyan ji bo miletên bindest jî dikare bê krîmînalîzekirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.