Sûcê li dijî mirovahiyê ye

Şemî 1 Cotmeh 2022 - 03:29

Şaxa Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) a Mexmûrê bi daxuyaniyekê tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bi tûndî şermezar kir û bang li tevahî bawermend û kesên xwedî wijdan kir da ku li hember tecrîdê bêdeng nemînin.

Şaxa CÎK´ê ya Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê tecrîdkirina Ocalan bi tundî şermezar kir.

Daxuyanî piştî nimêja Înê, li mizgefta semta 3´yê, bi tevlîbûna xelkê wargehê hat xwendin. Mele Elî Spêrtî daxuyanî xwend.

Mele Elî Spêrtî got, “Rêber Apo, Îbrahîm Xelîlê hemdem e. Rêber Apo li pey heqîqetê ketiye. Çawa ku Hz. Mihamed û malbata wî ku sê salan ji aliyê Ebo Cehîl û Ebo Leheban ve hatibûn tecrîdkirin, niha jî Rêber Apo û hevalên wî, dibin tecrîdekî de ne.

Rêber Apo lêgerîna heqîqetê ye, lewma împeryalîzim, dagirker û kevneperestên cîhanê ji Rêber Apo ditirsin. 

Rêber Apo di bin tecrîda girankirî de jî têkoşîn û berxwedana xwe dimeşîne. Ji bo ku tecrîd bê şikandin, divê tevahiya bawermendan û kesên xwedî wijdan rabin ser xwe û bêdeng nemînin.”

ROJNEWS/MEXMUR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.