CÎK: Serhedî li dor DEM’ê kom bibin

Çarşem 27 Adar 2024 - 00:40

Serokê Giştî yê CÎK'ê Hafiz Ahmet Tûrhalli bang li Serhediyan kir ku li dora DEM Partiyê kom bibin û li hemû bajaran dengê xwe bidin Namzetên Hevşaredariyê yên DEM’ê.

Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli ji bo xelkê Bedlîs, Erzîrom, Agirî, Mûş, Çewlîg, Amed û navçeyên wê bi zaravayên Kurmancî û Zazakî bang kir.

Serokê Giştî yê CÎK'ê Tûrhalli anî ziman ku cografya Kurdistanê cografya ol, mezheb û fikir e û got, "Ji bo gelê me hem şerm e hem jî kêmasiyeke mezin e ku hinek rabin bi navê ol bên û me bixapînin. Ma gelo ne eyb e ku li Kurdistanê bi olekî ku em jê bawer dikin me bixapînin? ‘’

Misilman deng nadin dizê dengan

Turhalli wiha domand: ‘’Xelkê Erzîromê, min bihîst ku tên bi navê ol deng ji we dixwaze û we dixapîne. Eger Quranê datînin ber we û deng ji we dixwaze, ev yek bi tena serê xwe felaket e. Kurê Ebû Sufyan Mûaviye ayetên Quranê nexistibû serê tîrên kewanê û li dijî Hezretî Elî bi kar neanî? Ji wê rojê ve ol tê bikaranîn. Mirovên oldar mirovên bi aqil in. Mirovên oldar mirovên xwedî berpirsyarî ne. Zanibin ku yên ku ji bo piştgiriya bi sîstemê re bi navê olê ber bi we ve tên, ew xayinên ola Îslamê ne. Xiyanetê li ola Îslamê dikin. Yên ku ji ola Îslamê bawer dikin, ma dikare deng bide diz û kujeran. Yên ku deng didin wan ji aliyê ol ve nayên qebûlkirin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.