Cejna we pîroz be

În 8 Tîrmeh 2022 - 21:21

  • Bi rasthatina cejna haciyan [qurbanê] gelek sazuyên Kurdistanî daxuyanî dan. Di nava wan de KCK, KNK, CÎK jî hebûn.

Bi rasthatina cejna haciyan [qurbanê] gelek sazuyên Kurdistanî daxuyanî dan. Di nava wan de KCK, KNK, CÎK jî hebûn.

KCK’ê Cejna Qurbanê ya Misilmanan pîroz kir û bang li Misilmanên Kurdistanê kir da ku li hemberî dewleta Tirk a qirker û faşîst têkoşîneke rêxistinkirî bimeşînin. Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê got, “Tevgera me Cejna Qurbanê ya alema Misilmanan pîroz dike û em hêvîdar in Cejna Qurbanê ya sala 2022’yan ji Rojhilata Navîn û ji temamê alema Îslamê re edalet, aştî, aramî û yekîtiyê bîne.”

KCK´ê got, “Rejîma faşîst a AKP û MHP’ê di bin navê Îslamê de bi awayekî nijadperestî êrişî Kurdan dike. Li ser vî esasî dewleta Tirk di îmana xwe de munafiq e, di îbadetê de pesnê xwe dide, di dîn de îstîsmarê dike û xwedî feraseta Îslama desthilatdar a înkarî de, her roj zilmê li Kurdan, jinan û ciwanan dike. Rejîma qirker a mêhtinger û Tirk bi çavê xenîmetê li axa Kurdistanê dinihêre. Em bang li gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî Misilman û gelê Kurd û Kurdistanê dikin ku têkoşîna wan a li hemberî polîtîkayên dewleta faşîst a AKP û MHP’ê bi qasî îbadetan pîroz e û bi qasî qurbanan wê karibin xêran bi dest bixin."

KNK´ê hêvî kir aramî û aştiyê bîne 

Konseya Rêveber a KNK’ê Cejna Qurbanê li tevahî gelan pîroz kir û got, “Em bi hêvî û bi baweriya ku gelê me, dê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azadî, cejnên xwe û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bike.”

Serokê CÎK´ê Turhalli: Li ber zilmê rabin

Serokê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Ahmet Hafiz Turhalli jî ji rojnameya me re peyivî û got, “Cejn ji bo wê ne ku mirov bi xwişk û biratî, bi aştî bi hev re bijîn. Ji ber wê jî ez ji Xwedê Teala hêvî dikim ku yekîtî û biratiya gelê Kurd ê ji bo azadiyê têdikoşe, pêk bê, li ser erdên xwe yên azad cejnên xwe pîroz bike. 

Ez ji civakên Misilman re dibêjim. Heger hûn dixwazin cejna we weke Quran ferman dike be, wî çaxî li cem gelê Kurd ê Mezlûm cihê xwe bigirin û li dijî zaliman li ber rêveber û dewletên xwe rabin. Zilm hebe, cejn, nabe cejn. Em bi hev re bikin ku cejn bibin cejn. Li ser vî esasî cejna alema Îsmanê û nexasim ya gelê kurd pîroz dikim.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.