CÎK: Em tevlî festîvala Frankfurtê bibin

Duşem 16 Îlon 2024 - 16:12

  • Civaka Îslamî ya Kurdistanê ji bo festîvala 34’an a Çanda Kurdî ya Navnetewî ku 21’ê Îlonê wê li Frankfurtê ya Elmanyayê pêk were banga tevlêbûnê kir. CÎK’ê got festîval dijî êrîşên li ser çanda Kurdî wê bibe bersivek xurt.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê destnîşan kir festîvala Franfkurtê wê ji bo zindîkirina çanda Kurdî û yekîtiya navxweyî dijî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser çand û zimanê Kurdî bibe hevdîtineke xurt.
CÎK’ê naî zimanê divê hemû Kurdistaniyên ku li Ewropayê dijîn bi hesasiyeteke çandî tevlî festîvalê bibin. CÎK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: ‘’Ji bo xwedîlêderketina nirxên xwe yên çandî û azadiya civaka xwe werin em di vê roja girîng de li he kom bibin. Her dengekî ku bi edaleta Xwedê, wekheviya gelan û pirozbahiya têkoşîna azadiyê tê li ba hev, li dijî zilm û neheqiyê diayek e. Festîvala me ji bo qîrkirina baweriya me ya ji nirxên gelê me yên hevpar û têkoşîna azadiyê re û xwedîlêderketina nirxên me derfeteke mezin e.  Werim em bi hêviya aşitî, edalet û azadiyê li qada festîvalê li hev kom bibin.’’ NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.