Dijminatiya Kurdan e

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 30 Mijdar 2023 - 02:09

REWŞAN DENIZ / FRANKFURT

Di lîsteyê de Civaka Îslamî ya Kurdistanê CÎK jî heye; navenda CÎK´ê li Elmanyayê ye. Serokê Giştî yê CÎK’Ê Hafiz Turhalli got, “Dewleta Tirk çi tiştê Kurdan hebe, dixwaze biqedîne. Dixwaze Kurdan tî û birçî bihêle. Dixwaze pêşiyê bigire li her Kurdê ticaretê dike û bi pêş dikeve. Dixwaze pêşî li Kurdê siyasetê dike bigire. Îslamê jî ji bo vê yekê bi kar tîne. Dewletan jî bi kar tîne. Leşkeriyê, aboriyê û dîplomasiyê ji bo vê bi kar tîne. Dixwaze encamê ji vê bigire lê ew ê nekaribe.’’

Hafiz Turhalli îşaret bi kes û saziyên di lîsteyê de kir û got, “Em saziyek in ku alîkariyê didin malbatên ku di erdhejê de jiyana xwe jidest dane. Em li gorî qanûnên dewletên Ewrûpayê hatine damezirandin. Tehamûla Tirkiyê li Kurdan jî, li saziyên Kurdan jî tine ye. Dibînin ku em alîkariyê didin mexdûrên erdhejê û dixwazin vî destî jê bikin. Em dixwazin bi fitre û zikatan alîkariyê bidin mirovên ji her çar parçeyên Kurdistanê. Dixwazin pêşiya vê yekê bigrin.’’

 

Hewldaneke pûç e

Hafiz Turhalli destnîşan kir ku bi vê, dewleta Tirk dixwaze di heman demê de ji Kurdên li Ewrûpayê re bibêje ‘Hûn nikarin alîkariyê bidin kesên pêdiviya xwe bi alîkariyê heye’ û wiha dewam kir: “Ev karên ku em dikin, wan nerehet dike. Lê Kurdên ku dixwazin alîkariyê bikin, wê rêyekê bibînin û piştgiriya xwe dewam bikin. Ev hewldanên wan jî wê pûç bibin. Ti carî em ê gelê xwe bi tenê nehêlin, çi dibe bila bibe, em ê xwe bigihînin wan. Dixwazin girêdana me bi gelê me re qut bikin û wan hewce bikin. Lê pûç e, karekî vala ye.

 

Şantaja Tirkiyeyê

Turhalli da zanîn ku her kes dizane ku rêxistinên weke Hemas û El-Qaîdeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve tên fînansekirin û wiha peyivî: “Tevî ku cemaetên girêdayî hikûmetê, ji sedî 70’yê alîkariyan, dixin berîka xwe jî, ji sedî 30’ê wan jî digîhînin van rêxistinan, dişînin Idlib û Efrînê. Dewleta Tirk hêlîna terorê ye. DYE, daxuyaniyê dide da ku dest deynin ser mal û milkê van rêxistinan. Di rojên li pêş me de, wê wezîrê aboriyê yê DYE’yê biçe Tirkiyeyê. Îhtîmal e ku dewleta Tirk bi rengekî stratejîk fikirî û got, bila di destê me de jî dosyeyek hebe. Ew ê bibêjin, di destê me de jî, lîsteyek heye, ka hûnê çi bikin. Bi vî rengî dixwazin Ewrûpayê û cîhanê bikişînin vê xetê. Gelo wê encamê wergirin? Ma bigirin wê çi bibe, tiştekî ku em wenda bikin nîne. Jixwe di destê me de mal û milk jî nîne. Yên ku tên jî, yekser em digîhînin xelkê xwe yê ku pêdiviya wî pê heye.”

 

Heq wê bi ser bikeve

Serokê Giştî yê CÎK´ê Hafiz Turhalli got, ew ê li hemberî vê rêyên hiqûqî biceribînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Karên ku em dikin, hemû jî qanûnî ne. Em zelal in, zelal kar dikin. Ji ber ku em alîkariyê dikin, vê tînin serê me. Em ê li ser başiyê alîkarî û piştgiriya xwe bidomînin. Ew jî bila li ser xerabiyê dewam bikin. Heq wê bi ser bikeve. Dixwazin kesên di xebatên alîkariyê de çalak cihê xwe digirin, bitirsînin. Divê civaka me vê yekê bibîne û netirse. Kesên ku li ser qencî û başiyê piştgiriyê didin hev, ew ê bi ser bikevin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.