Kurd Rêberê xwe tenê nahêlin

Duşem 3 Hezîran 2024 - 00:36

Serokê CÎK'ê Mele Şevket Çakir diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd berdêlên giran daye û got Kurd wê li Rêberê xwe û zaroyên xwe yên girtî xwedî derbikevin, banga geşkirina têkoşînê kir.

Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Mele Çevket Çakir û Serokê Giştî yê Tevgera Alimên Îslamî û Kurdistanî ya Hemdem û Nûjen Hafiz Ahmet Tûrhalli têkilî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedana li girtîgehan û êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê axivîn.

Tirk ji Başûr re nabin dost

Mele Şevket Çakir li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê banga yekîtiyê li gelê Kurd kir ku li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe bide. Çakir got, "Dijminên Kurdan nabe dostê parçeyekî Kurdistanê. Tirs û fikara me ew e ku li başûrê Kurdistanê bira bêne kuştin. Divê em pêşî li vê yekê bigirin.’’

Ocalan pir berdêl dan

Mele Çakir bal kişande ser tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan ku 39 meh in agahî jê nayê wergirtin û got, "Rêber Apo ji bo azadiya vî gelî berdêlên giran da. Ji bo vî gelî her tişt kir. Ji bo azadiya vî gelî hîn jî berdêlan dide. Sê sal derbas bûn, kes agahiyê jê nikare werbigire. Na malbata wî ne jî parêzerên wî... Di dîroka mirovahiyê de hovîtî û zilmeke bi vî rengî nîne."

Kurd wê li Rêberê xwe xwedî derkevin

Çakir bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî yên li dijî tecrîdê di çalakiyê de ne û destnîşan kir ku civak divê li hemberî zilma li zindanan helwestê nîşan bide. Mele Çevket Çakir got, "Gelê Kurd wê xwedî li Rêberê xwe û daxwazên zarokên xwe yên girtî derkeve. Gelê me di têkoşîna azadiyê de bi biryar e."

Tolê ji Ocalan dihilînin

Serokê Giştî yê Tevgera Alimên Îslamî û Kurdistanî ya Hemdem û Nûjen Hafiz Ahmet Tûrhalli jî anî ziman ku gelê Kurd ji ber ku daxwaza mafên xwe yên desteserkirî dixwaze tê cezakirin. Tûrhalli diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji ber ku mafên gelê Kurd diparêze dibe hedef û destnîşan kir, ji ber pirsgirêkên exlaqî, Îslamî û mirovî yên gelê Kurd nîşan dide, ji ber ku pêşengiyê ji têkoşînê re dike, hewl didin tolê jê hilînin.

Dadgegên tepisandinê ne

Tûrhalli bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salan e tê tecrîdkirin, mafên wî yên hiqûqî têne desteserkirin û anî ziman ku ev yek ji aliyê mirovî û exlaqî ve divê bê lêpirsîn. Tûrhalli got, "Bi salan e em nikarin agahiyê jê werbigirin. Ji bo vê rewa bikin, bêyî ku li ber xwe bikevin dibêjin wan cezayê dîsîplînê dane. Mirovek bi tena serê xwe di hucreyekê de ne û radibin dibêjin 'me cezayê dîsîplînê dan'. Bêyî ku bihêlin mafekî xwe yê hiqûqî bi kar bîne. Hemû pirsgirêkên me li wir dixitimin. Dadgehên wan ji bo wê yekê ava bûne ku em daxwaza mafên xwe nekin, daxwazên me bitepisînin.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.