Stûna piştê ya şikestî û sansur

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 4 Mijdar 2021 - 06:10

  • Niştiman Erdede: Bi vê pêşangehê em dixwazin xwe bigihînin Swîsreyiyan. Rastî her çiqas werin înkarkirin û tiştên li welatê me diqewimin, neyên dîtin jî bi vê pêşangehê me xwest em qedexe û sansurê nîşan bidin û bibêjin hûn nikarin rastiyê veşêrin.

Pêşangeha bi navê “Fractured Spine” (Stûna piştî ya Şikestî) ya ku balê dikişîne ser mijara berxwedana li hember sansure ya di huner û çapemeniyê de, li bajarê Swîsreyê Zurichê vebû. Di pêşangehê de xebatên şêwekar Zehra Doganê û Belit Sagî hene. Belit Sag di warê hunerên dîtbarî de dixebite. Her wiha hunermendê Îtalî Gianluca Costantini jî bi grafîk û xêzên xwe balê dibe ser binpêkirina mafan li Tirkiyeyê û di pêşangehê de grafîkên wî derdikevin pêş.

Berxwedana li dijî zilmê û dayika Taybet

Costantinî di xêzên xwe de cî dide Osman Kavala, Selahattin Demirtaş, Dayika Taybet, Endamên Koma muzîkê Grup Yorum Helîn Bolek û Ibrahîm Gokçek, û Ayşe Ozdogan a ku di hepsê de nexweşiya penceşêrê pê re peyda bûbû. Wekî din êrişên li dijî berxwedana xwerêveberiyê ya li Cizîrê jî ji bîr nake û wan rojan jî bi xêzên xwe bi bîr tîne û gelek mijarên rojane yên li Tirkiye û Kurdistanê, dike mijara xêzên xwe.

Bîra mişt bi heps û sirgûn

Kuratorê pêşangehê Niştiman Erdede ye. Ew dibêje, armanca wan a ew e ku bi vê pêşangehê xwe bigihînin xelkê Swîsreyî: “Teza min a zanîngehê li ser wahşeta hepsa Diyarbekir bû. Ez di nav kesên ku failên wan nediyar de mezin bûm. Bavê min sirgûn bû, êşkence lê hat kirin, û kete hepsê. Bîra min bi van tiştan dagirtî ye. Armanca min ew e ku em êş û rastiyên welatê xwe bi awakî vekirî ango eşkere nîşan bidim. Lê em vê yekê rasterast nakin, bi rêya estetîk û huner, em dixwazin vê rewşê bidin xuyakirin û li hember van pêkanînan helwêstekê ava bikin. Em bi vê pêşangehê berê raya giştî didin van rastiyan. Bi vê pêşangehê em dixwazin xwe bigihînin Swîsreyiyan. Rastî her çiqas werin înkarkirin û tiştên li welatê me diqewimin, neyên dîtin jî bi vê pêşangehê me xwest em qedexe û sansurê nîşan bidin û bibêjin hûn nikarin rastiyê veşêrin.”

Dîrok û bîrê kî diyar dike?

Pêşangeh li “Photobastei” ya Zurichê vebûye. Tê de gelek hunermendên Swîsreyî jî hene. Manuela Hitz yek ji wan e. Ew bêhtir bi huner û karên sêwirandî re mijûl e. Ew bi xêzên xwe balê dibe ser mijarên hêvî û azadiyê. Sally Schonfeldt jî bi berhemên xwe ji mirovan dipirse bê ka dîrok û bîrê kî diyar dike. Ew her wiha balê dibe ser rojnamevanên jin û sansurê jî. Wekî din hin hunermendên Swîsreyî ku di warê xebatên dîjîtal de dixebitin jî bi banê “Mediengruppe Bitnik” beşdarî pêşangehê bûne. Ji xeynî van hunermendan, Ferhan Mordeniz, Ercan Richter, Husamettin Bahçe, Melih Sarigol, Oktay Înce, Yousif Salih jî bi berhemên xwe di pêşangeha “Stûna piştî ya şikestî” de cihê xwe digirin.

Filmê ‘Zarê’ jî tê nîşandan

Di pêşangehê de filma “Zarê” ku weke yekem filma li ser Kurdan tê qebûlkirin jî tê nîşandan. Derhênerê Ermen, Hamo Beknazaryan derhênerê filmê ye û film sala 1926’an hatibû çêkirin. Film behsa jiyana gundewar a Ezîdiyên Ermenistanê dike. 

Komeleya “Migrart”, komeleya penaberên hunermend yên li Zurichê, pêşangeha “Stûna piştê ya şikestî” bi rê ve dibe û ew ê heta 21’ê Mijdarê li serdana xelkê vekirî be.

ZURICH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.