Şidet û sansura li ser hunermendan!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 23 Gulan 2023 - 02:25

UNESCO´yê derbarê şidet û sansura li ser hunermend û rojnamevanan de roparek belav kir. Li gorî agahiyan di sala 2021’ê de li hember hunermendan hezar û 200 êriş pêk hatine û di van êrişan de 39 hunermend hatine kuştin. Sekreterê Giştî yê UNESCO’yê Audrey Azoulay got, “Hejmara êrişan û encamên derketine holê, îşareta kontrolkirina hunermendan e.”

Di van salên dawiyê de her diçe dewletên desthelat, zext û zorê li ser hunermend û rojnamevanan zêdetir dikin. Nexasim li Îran û Tirkiyeyê hunermend û rojnamevan û aktivîstên Kurd tên girtin û ev dewlet cezayên giran li wan dibirin. Dema dewlet vê yekê dikin, mixabin sazî û komeleyên ku bi van meseleyan dadikevin, gelek caran bêdeng dimînin û nikarin ti tiştî bikin. Qey bûyerên bi vî rengî bala UNESCO’yê jî kişandine. Ji lewma jî wan girêdayî vê meseleyê raporek belav kiriye. Helbet rapora UNESCO’yê hinekî nerm e. Ew tenê behsa sansur û şideta li dijî hunermend û rojnamevanan dike û girtin û êşkenceyan nabîne! Lê dîsa jî mirov dikare bibêje, hewldaneke ne xerab e ev hewldana wan a di vî warî de.

UNESCO´yê (Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî) da zanîn ku hunermend û rojnamevan li hemberî sansur û şidetê neçar in û ti sazî nikarin wan biparêzin. Her wiha li gorî rapora UNESCO’yê ya hefteya bihurî, ji sazî û komeleyan xwest ku ew bi hunermend û rojnamevanan re li hev bikin û mafê wan biparêzin. Ev rapora ku behsa wê tê kirin hewl dide ewlekariya hunermend û rojnamevanan derxe asteke bilind da ku zû bi zû bi bûyerên bi vî rengî re rû bi rû nemînin û tiştek neyê serê wan. UNESCO ji bo çareseriyekê ji meseleya şidet û sansurê re bibîne, niha li rêyan digere û lêkolînan dike. Ev rapora wan ya ku hatiye belavkirin jî nîşaneya vê yekê ye.

 

Dixwazin hunermendan bêdeng bikin

Li gorî nûçeya The Art Newspaper di sala 2021’ê de li dinyayê, li hember hunermendan hezar û 200 êriş hatine çespandin. Piştî van êrişan jî 39 hunermed jiyana xwe ji dest dane. Sekreterê Giştî yê UNESCO’yê Audrey Azoulay di derbarê mijarê de axivî û got; “Hejmara êrişan û encamên derketine holê îşareta kontrolkirina hunermendan e. Bi vî awayî dixwazin hunermend bêdeng bimînin û tiştekî nebêjin. Her wiha rojnamevan jî dîsa ji ber heman sedeman weke hedef tên nîşandan. Niha divê li her derî bi awayekî navneteweyî hunermend û rojnamevan werin parastin. Divê ji bo vê yekê em bi biryar bin û li ser vê meseleyê hûr bibin.”

 

Ji ber şidetê otosansur pêk tê

Di rapora UNESCO’yê de tehdîtên li ser axaftin û îfadeya hunermendan hatine lêkolan. Di nav van tehdîtan de; destdirêjî, şidet, tacîz, teror, pirsgirêka ewlehiyê ya navneteweyî, rêgezên gelemperî, nefret û zagonên ku bi awayekî ne diyar hatine nîşandan, derdikevin pêş. Gelek hunermend û rojnamevan ji ber van sedeman hatine dadgehkirin, girtin yan jî sansurkirin. Tehdît û êrişên li ser hunermendan, kirine ku hunermend di kar û xebatên xwe de xwe bi xwe sansur bikin, yanî otosansurê li xwe bikin. Li gorî raporê di dema pandemî û tiştên bi vî awayî de kesên pêşî mafê wan tên binpêkirin dîsa hunermend û rojnamevan in. Her wiha mafên hunermendan li gorî rojnamevanan di warên navneteweyî de ne zêdetir in, ew jî weke rojnamevanan kêm caran piştgiriyê distînin û kes pişta wan nagire. UNESCO di rapora xwe de dixwaze sazî û komeleyên ku rojnamevanan diparêzin, bi sazî û komeleyên ku hunermendan diparêzin re werin gel hev û ji bo şidet û sansur bi dawî bibe, bixebitin.

 

Hevdîtinên bi rêxistinan re

Ji bo vê raporê hazir bikin UNESCO bi hin saziyan re hevdîtin jî kirine. Ew bi “Perpetuum Mobile” û “Artist at Risk” re axiviye; navenda herduyan jî li Finlandiyayê ye. Ev her du rêxistin nexasim hunermendên ku şidet li wan dibe û li ser wan tehlûke hene, diparêzin û ji bo ew li Ewrûpa bi cih bibin, dibin alîkar. UNESCO her wiha bi rêxistina “Avant-Garde” re jî axiviye. Ev rêxistin jî bi awayekî bê pere, ji bo penaber û hunermendên ku tên Ewrûpayê, dixebite. Di warê hiqûqî de ji wan re dibe alîkar. 

 

Divê piştevanî zêdetir bibe

Li gel ku di van mehên dawî de li Bakurê Kurdistanê gelek rojnamevan û hunermend hatin binçavkirin û girtin jî, rapor behsa wan nake. Audrey Azoulay îşaret bi rojnamevan û hunermendên li Ukrayna û Efxanistanê dike û dibêje, wan piştevaniya hunermendên li wir kiriye. Lê qey hay ji vê yekê heye û dizane li welatên din jî rewşeke xerab heye û dibêje, “Divê em piştevaniyê zêdetir bikin û xwe bigihînin gelek rojanamevan û hunermendên din ên ku bi şidet û sansurê re rû bi rû dimînin.” 

 

Hay ji rojnamevanên Kurd nînin!

Audrey Azoulay dide zanîn ku di  salên dawî de UNESCO rewşa rojnamevanan dişopîne û gelek caran bûyerên li hember wan şermezar jî kirine. Dema rojnamevan hatine girtin yan jî kuştin, bêdeng nemane. Her wiha ew dibêje, Neteweyên Yekbûyî derbarê ewlehî û cezayên ku li rojnamevanan hatine birrîn jî de planek ava kiriye û qaşo vê planê rê li ber êrişa li dijî rojnamevanan girtiye û rewşa rojnamevanan baştir bûye! Lê di rastiyê de tiştekî wiha tine, li dinyayê û her wiha li Kurdistanê tenê di van mehên dawî de gelek rojnamevan bêyî ku sûce kiribin hatin dadgehkirin û girtin. Audrey Azoulay plana ku qaşo şert û mercên rojnamevanan baştir kirine, ya Neteweyên Yekbûyî mînak nîşan dide û dibêje, ev tişt ji bo hunermendan jî divê were kirin. Lê di rastiyê de tiştekî wiha tine ye û plana ku Neteweyên Yekbûyî ji bo rojnamevanan hazir kiriye, nîşan daye ku nikare rojnamevanan biparêze! Va ye girtin û cezayên vê dawiyê li rojnamevanan û hunermendan hatine birrîn, li holê ne.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.