- Nick Higgins dibêje, pirtûkxaneyeke gel divê civakê temsîl bike, li hemberî nijadên di nav vê civakê de rêzdar be. Bi ya wî di hin mijaran de em weke hev nefikirin jî nabe ku pirtûk werin qedexekirin û “dengên wan were birrîn!”
XASÊ CÛNÊ
Li gelek welatên cîhanê bi hin hincetan pirtûk tên qedexekirin û saziyên dewletê nahêlin ku xelk xwe bigihînin wan pirtûkan. Ji lewma jî heta ji wan tê, van pirtûkan dûrî xelkê digirin. Ev pirtûkên ku tên sansurkirin, nexasim derbarê zayendî, cudahiya nijadî û fikrên li ser azadiya insanan in. Ji lewma jî heta ji saziyên fermî yên dewletê tê, van pirtûkan dûrî xelkê digirin û nahêlin werin xwendin. Tevî ku li gelek welatan tiştên wiha diqewimin, li Emerîka ev rewş zêdetir diqewime. Lê belê Pirtûkxaneya Gel a Brooklynê li ber vê hişmendiyê radibe û beramberî çalakiyên civakî yên li Emerîkayê xwe bêdeng nake.
Li Emerîkayê di van demên dawiyê de tê xwestin ku serdestiya kesên çermspî di wêjeyê de zêdetir be, jixwe berê jî heman hişmendî hebû û pirtûkên ku behsa reşikan dikirin, dihatin qedexekirin. Lê Pirtûkxaneya Brooklyn hembêza xwe li çalakvanên Black Lives Matter, LGBTQ û ciwanan vedike. Pirtûkxaneyê weke nerazîbûneke ji helwêsta qedexeker a dewletê, ji bo ciwanên 13 ta 21 salî, bê pere kartekê derdixe û ciwan bi rêya vê kartê dikarin xwe bigihînin pirtûkên cûr bi cûr. Ciwan dê online karibin xwe bigihînin 500 hezar pirtûkî û di nav van pirtûkan de hin pirtûkên ku hatine qedexekirin jî hene.
Heger a gel e ne mecbûr e a dewletê be
Li gelek welatan pirtûkxaneyên ku weke yên gel tên binavkirin, tenê li gorî rêgez û qanûnên dewletê tevdigerin û bi vî awayî rê li ber xwendin û bipêşketina ciwanan digirin. Di van demên dawiyê de tevî ku teknolojî bi pêş ketiye û her kes dikare xwe bigihîne her agahiyê jî, dîsa jî hin pirtûkên ku ji bo civakê weke “tehlûke” tên dîtin hatine sansurkirin. Lê pirtûkxaneyên wêrek yên weke Pirtûkxaneya Gel a Brooklynê vê helwêstê qebûl nakin û weke pirtûkxaneyeke gel ya serbixwe tevdigerin. Di nav pirtûkên ku bi ciwanan dide xwendin de romana Harper Lee ya “To Kill a Mockingbird” (Kuştina Bilbilekî) , romana Toni Morison a “The Bluest Eye” (Çavê herî şîn) û her wiha romana “The Color Purple” (Rengê Mor) ya Alice Walker jî hene.
Deriyê xwe li fikrên cuda negirin
Pirtûkxaneya Gel a Brooklynê dibêje, ev roman (nexasim yên hatine qedexekirin) bi mijarên xwe empatiyê bi pêş dixin û dikin ku meriv xwe têxin şûna hin kesên din. Her wiha îşaret bi tesîra wêjeyê jî dike û dibêje, bi rêya van pirtûkan mirov dikarin bi şekalên insanên din bi rê ve herin. Ev yek jî dike ku mirov li hemberî xwe û insanên din xwedî exlaq be û di biryarên xwe de azad be. Berpirsyarê pirtûkxaneyê, Nick Higgins e. Ew peywira pirtûkxaneya gel wiha rave dike: “Pirtûkxaneyeke gel bi nihêrîn, fikir û ramanên xwe divê civakê temsîl bike. Divê li hember her nijada di nav vê civakê de rêzdar be. Dibe ku di hin mijaran de em weke hev jî nefikirin lê ev nayê wê maneyê ku mirov rabe van pirtûkan qedexe bike û dengên wan pirtûkan were birrîn! Demokrasiyeke pak bi vî awayî ava nabe mixabin, divê berovajî vê yekê, em karibin li hev guhdarî bikin û li fikrên cuda deriyê xwe negirin.”
‘Ji bo herkesî pirtûkên bê pere’
Mirov dikarin meraq bikin û bipirsin, jixwe bi saya înternetê her kes dikare xwe bigihîne pirtûkên qedexe yan jî sansurkirî. Lê Pirtûkxaneya Brooklynê li kesê ku derfetê wan tine ne û nikarin xwe bigihînin pirtûkan, fikiriye. Nexasim jî ciwan û şagirtên ku xizan in û dixwazin bixwînin. Ji ber ku ji xeynî pirtûkxaneyan, ti derfeta van kesan nîne. Ew tene bi pirtûkxaneyan bawer in. Tenê ne pirtûkxaneya Brooklynê, her wiha Pirtûkxaneya Michiganê jî weke ya Brooklynê difikire û bi dirûşmeya “Ji bo her kesî pirtûkên bê pere” tevdigere. Dema ku xwestin Pirtûkxaneya Michiganê pirtûkên li ser ramanên “queer” ji refên xwe rake, pirtûkxaneyê ev yek qebûl nekir û li ber sansurê rabû.
Ji bo meriv hîn bibin bê ka li Emerîkayê kîjan pirtûk hatine qedexekirin dikarin li malpera jêr binihêrin.
https://www.ala.org/advocacy/bbooks