Stêra Zêrîn dibiriqe

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 19 Tîrmeh 2023 - 02:17

Stêra Zêrîn li Wargeha Mexmûrê, di betlaneya havînê de dersên lêxistina amûran dide zarokan. Perwerdekar Zenûra Babat ji dersan û ji şagirtan razî ye û dibêje, civaka bê huner bê wate ye. Vejîn Guler piçûk jî ji ber ku hez ji dengê wê dike, xwe hînî lêxistina tembûrê dike. 

 

 

Stêra Zêrîn dibiriqe

 

BERJÎN KARA

JÎNHA/MEXMÛR

 

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî ya Mexmûrê zarok bi hûnerê xwe mezin dibin û ji bo bipêşxistina hûner xwe li Stêra Zêrîn perwerde dibin.

Ji aliyê Stêra Zêrîn a wargeha penaberan a Mexmûrê ve bi beşdarbûna 120 zarok û ciwanên ji wargeha Mexmûrê di 15’ê Hezîranê de dewreyeke perwerdeya amûr û sazan a bi navê dewreya Şehîd Hozan Mizgîn, hatibû destpêkirin. Di dewreyê de perwerdeya tembûr, gîtar û erbane tê dayîn. Ev perwerde wê bi qasî sê mehan dewam bike.

Endama Stêra Zêrîn, Zenûra Babat a ku yek ji mamosteyên dewreya perwerdeya amûran e, der barê xebatên perwerdeyê û destpêkirina karê xwe de peyivî. Zenûra Babat pêşî behsa tecrûbeya xwe kir û got, “Min di dema dibistana seretayî de dest bi karê hûnerî kir. Dema min di beşên wek dîlan, stran gotin û koroyê de cihê xwe girt û çûm ser dikê, min dest bi hûner kir. Dema ku ez çûm refa 5’an min dest bi strangotinê kir. Min di gelek koman de cihê xwe girt û esas min destpêkê bi strangotinê dest bi hûnerê kir. Piştre min di gelek kar û xebatê wek şano û yên din de cih girt.”

 

Harmoniya tembûr û stranan

Zenûra Babat, gava li tembûrê dide, pê re dibe yek. Li ser wê, ew dibêje, “Hîna em piçûk bûn, xalê min li tembûrê dida, em her roj diçûn mala wan. Di destpêkê de bi gotinê, bi me dida fêmkirin û xwesteka me bi vî şiklî jê re çêbû. Piştre me dest bi pratîkê kir, hoparlorên piçûk hebûn, mîkrofon hebû û ji me ra stran derdixistin, li tembûrê dida û me jî stran digotin. Min di gelek karan de cih girt, lê dema ku min stran digotin, min zanî ku  amûrek jê re pêwîst e û dema ku min radihişt tembûrê girt, min welê hîs kir weke ku ji min re hatibe çêkirin. Dema ku ez hem stranê dibêjim hem jî li tembûrê didim, weke harmoniyekê di nav serê min de diçe û tê.

 

Kela canê wê ji ya şagirtan bêhtir rabû

Zenûra Babat kelecana xwe ya ku dema dest bi karê fêrkirina amûran kir jî anî ser ziman û wiha peyivî: “Perwerdeya me di 15’ê Hezîranê de destpê kir, ne tenê perwerdeya tembûrê, di heman demê de perwerdeya gîtar û erbaneyê jî dest pê kir. Bi giştî 55 xwandekarên min hene, lê wek sê beş cuda bûne, koma piçûk a Şehîd Mîr Perwer me bi nav kiriye, koma ji wan mezintir jî wek Şehîd Şaristan û komek jî ya ku par dihatin, em niha dersê didin. Li gorî ku min texmîn kir, min ji xwe re digot dê zû fêr bibin û heviyên min jî hebûn, lê min ne dizanî dê ewqas bi pêş bikevin. Di demeke kurt de fêrî lê dana amûran bûn. Dema ku min nû dest bi vî karî kir û bûm mamoste, bi rastî jî karekî gelek pîroz e û kedeke mezin jê re divê. Ji ber ku tu tiştekî fêrî yekê dikî, kela canê min ji ya xwandekaran zêdetir rabû.”

Zenûra, wiha qala armanca xwe ya hînkirina lêxistina tembûrê kir: “Li vê derê ez ne tenê dixwazim lêxistina tembûrê hînî şagirtekê bikim. Amûra tembûrê ji demên berê heta niha heye û bi vê rêyê ez dixwazim çanda me ya kevnar bi şagirtan jî bidim hîskirin. Çand ji nifş derbasî nifşê din dibe û ez dixwazim çanda wan bi wan bidim fêmkirin.”

 

Huner nebe wate nîne 

Zenûra Babat di dawiyê de bang li gelê Kurd kir da ku çanda xwe bi zarokên xwe bide hînkirin: “Bangawaziya min ji gelê me, ew e ku hûnerê xwe bi pêş bixin, ji ber ku civakeke bê hûner civakeke bê wate û seqet e. Em dikarin hunerê xwe hem di milê gotinî de hem jî bi wêjeya xwe, bi amûrekê yan jî bi strangotinê, bi pêş ve bibin.”

 

Ji dengê tembûrê hez kiriye

Vejîn Guler a ku yek ji wan şagirtan e ku di dewreyê de xwe hînî lêxistina tembûrê dike. Ew dibêje, “Beriya salekê min dest pê kir û min gelek dixwest ez fêr bibim. jJi bo wê, dema kursê dest pê kir, ez jî hatim. Di kursê de gîtar jî hebû lê ji ber ku min ji dengê tembûrê hez dikir, min dest bi hînbûna tembûrê kir. Ez dixwazim xwe fêr bikim, ji xwe re stranan bibêjim û kêfa min gelek jê re tê. Dema ez cara yekem hatim dewreya perwerdeyê, gelek xweş derbas bû, bi qasî 6 mehan em perwerde bûn. Piştî ku perwerdeya me xilas bû, dîsa hatim vir û niha jî em di warê mûzîkê de  perwerde dibin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.