Kargeha Çandî ya Silêmanî pêşangeheke taybet ya karê 625 zarokan ji berhemên qumaş, seramîk û tablo li xwe digre, vekir.
Di pêşangehê de Berpirsa Saziya Hîwa Şîrîn Şazad axivî û got: “Li vê pêşangehê berhemên 625 heye ku hinek ji van kom hinek jî cuda cuda tevlî bûne. Di nava van berheman de seramîk, boyax û tablo hene. Ev pêşangeh wê heta 3’yê meha bê dewam bike. Armanca me ji vê pêşangehê derxistina karê zarokan û girîgîdayîna kêrhatiyên wane. Zarokên ku tevlî bûne temenê wan di navbera 4-11 salî de ye.
Şîrîn Şazad anî ziman ku divê di nava perwerdehiyê de zêdetir girîngî bi karê hunerê bê dayîn, ji ber ku ev yek raste rast bandorê li pêşketina icvakê dike û got: “Ev ji bo nasandina nasname û siberoja zarok girînge.”
‘Di demeke kin de bûn pispor’
Mamostaya Beşa Hunere Ciwanekan Neîme Mihemed têkildarî karê hunerî yên zarokan got: “Hinek zarok yekem car bû destê xwe dixistin nava heriyê ji bo çêkirina karekî hunerî. Me xwest ku wê li zarokan bidin fêrkirin ku hez ji çi dikin wê çêbikin. Ev zarok li gel me di demeke kin de fêr bûn. Ev kar bi çend qonaxan derbas kirin. Destpêkê karê hunerî û paşê jî di firinê de tê sorkirin û paşê jî bi şûşe tê çêkirin. Van zarokan di demeke kin de kareke pisporî fêr bûn.”
Mamostayê hunerî Eyûb Reûf ku yek ji rêveberên zarokan bû diyar kir ku ev kar yek ji karê herî serketî bû û got: “Me girîngî da wê ku zarok xuliqkarin û dikarin xwe kifş bikin. Amûrên elektironîkî zarokan diwestînin û ji karê hûnerî dur dikin. Dikarin bi karê hûnerî xwe ji amûrên elektironî dûr bigirin.”
SILÊMANÎ