Mirovekî Beynelmîlel; Sırrı Sureyya Onder

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 5 Gulan 2025 - 02:45

  • Li deverên herî dûr, ên ku carekê jî guhdariya te kiribe û bûbe mêvanê sohbeta te, ewê xwe xemgîn hîs bike. Ew xizmê her kesî bû, hogir û birayê bindestan û têkoşerê azadiyê. Ew yek ji wan kesên “beynelmîlel” ê vê dinyayê bû. 

ARDÎN DÎREN

Weke ku mirov nas û dostekî xwe yê nêzîk winda kiribe. Yên wî dinasin û yên wî nas nakin hemû kes wisa hîs dike niha. Ji dûr û nêzîk ve her kî li wî temaşe kiribe û dîtibe niha ji dil û can birîndar e. Ji xwe li vê dinyaya kambax rûyê kêm kesan bi ken û coş e! Va ye rûkenekî din jî bar kir ji vê dinyayê. Wê kî rake vê xemgîniyê? Wê kî bikeve bin vî barî? Wê kî di dema herî teng û asê de rûyê me bikenîne? Wê kî tengezariya me bi henekek piçûk bipelêşe û hin tiştan bi me bide jibîrkirin? Axir tu çûyî û niha weke ku her kesek parçeyekî xwe yê bi qîmet winda kiribe hîs dike. Li deverên herî dûr, ên ku carekê jî guhdariya te kiribe û bûbe mêvanê sohbeta te, ewê xwe xemgîn hîs bike. Ew xizmê her kesî bû, hogir û birayê bindestan û têkoşerê azadiyê. Ew yek ji wan kesên “beynelmîlel” ê vê dinyayê bû. Bi zanîn, hişmendî û fereseta xwe ya kûr û fireh mirovekî bi her awayî cîhanî bû. 

Di ciwaniya xwe de li hember zilmê rabû, heps û zindan dîtin û weke derwêşekî ji wan hepsan derket. Serpêhatiyên xwe kirin film…Însanekî kamil bû, têr û tije bû. Kûrahiya wî di bersivên wî yên bi wext de veşartî bû. Xwedî ezmûn û tecrube bû. Ti carî ji berpirsyariyê nereviya û hunermendekî xwedî wijdan bû. Di rojên herî zehmet de desten xwe xist bin keviran û tirsê danî aliyekî. Hin rojan li cem karkeran, hin rojan li gel sînemavanan û hin rojan li gel kesên dilşikestî bû. Hin caran ji bo darekê xwe avêt ber dozeran û got; “Hûn siya darekê jî ji vî xelkî re zêde dibinin. Ez parlementerê van daranim jî!” Li hember desthelatdaran bêdeng nema û bi gotinên xwe yên îronîk her tim wan di şermê de hişt! 

‘Xerabî ji aştiyê çênabe!’

Ji hin kesan re Ap, ji hin kesan re xal, ji hin kesan re heval û dost. Ji hin kesan re şêwirmend, ji hin kesan re rûsipî û ji hin kesan re hunermendekî çê bû. Hunermendekî pir alî bû ew; wî nivîsên pirr baş nivîsand, stran digotin û li tembûrê û ûdê jî dixist. Filmên pirr baş çêkir û gelek caran jî lîstikvanî kir. Ji van hemûyan wêdetir ew insanekî xwînxweşik û dilrihm bû. Wî gotibû ez Tirk im lê heta meseleya Kurd çareser bibe ez ê “Kurd” bimînim û ji bo vê yekê têbikoşim. Ji lewma barekî giran da ser pişta xwe û di rojên herî zehmet de bû qasidê aşitî û biratiyê. Hemû kîn û kerba xwe danî aliyekî û got; “Xerabî ji aştiyê çênabe! Aştî bi her kesî dide qezenckirin…” 

Bi hêviya ev rêwîtî nîvco nemine!

Mirovekî dilsoz bû. Ji kesên herî xerîb re jî nas û nêzîk bû. Xweşikiya dilê wî li rûyê wî dixist û her tim bi ken û henek bû. Wî kesên herî dilhişk jî kenandin bi wê dilpakî û qudreta xwe ya mezin. Apê Sırrı, heval û dostê me çû ser dilovaniya xwe. Şair gotibû; “Hemû mirin bê wext in!” Lê mirina Apê Sırrı jidil jî bê wext bû…ne wextê çûyina te bû û rêwîtiya te ya wî alî hin rêwîtiyên li vir nîvco hişt. Hêvî dikim, ji lewma ji bilî hêvîkirinê tiştek ji destê me nayê, ev rêwîtiya te ya aştiyê ku te û hevalên xwe bi rêve dibir rojek berî rojekê biçe serî û çûyîna te bibe sedema aştiyeke mayînde. 

Aştiyeke li gor dilê te ku tu bi wê xeyalê çûyî…

Sırrı Sureyya Onder kî ye?

Sırrı Süreyya Onder di sala 1962’an de li Semsûrê ji malbateke Tirkmen a ku hema hema her kesê li dora wî Kurd bû ji dayik bû, dema ku heşt salî bû bavê xwe winda kir. Bavê Onder yek ji damezrînerên rêxistina Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) a Semsûrê bû. Aliyê dayika wî girêdayî kevneşopiyeke cuda ya tevgera Nûrcûyan bû. Ev herdu kevneşopiyên dijber teşe da ramanên Onder. Sirri Sureyya Onder di hevpeyvînekê de ev tişt anîzê ziman: “Aliyê bavê min sosyalîst bû, aliyê dayikan min Nûrcû bû; her du jî li derveyî pergalê bûn. Bi vî awayî, min herduyan jî nas kirin. Ez fêrî Îslamê bû, lê di dawiyê de min di sosyalîzmê de biryar da."

Darbe û heps

Onder di salên dibistana navîn de fikrên çepgir nas kir, di salên lîseyê de tevlî komên şoreşger û sosyalîst bû. Di sala 1978’an de, dema ku ew hîn xwendekarê lîseyê bû, ji ber protestokirina Komkujiya Mereşê hate girtin.

Piştî lîse qedand, Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê qezenc kir. Li Enqereyê di nava "siyaseta şoreşgerî" de cih girt. Dema ku darbeya 12’ê Îlona 1980’an pêk hat, ew 18 salî bû. Piştî darbeyê, têkoşîna wî ya siyasî hîn tûjtir bû. Sala din, ew ji ber xebata xwe ya siyasî hate binçavkirin û girtin. Onder 7 salan li girtîgehên Mamak, Ûlûcanlar û Haymanayê hate girtin, rastî êşkenceyê hat û ket grevên birçîbûnê.

Ajokar, sînemavan û siyasetmedar

Onder piştî ji girtîgehê derket, li Stenbolê bi cih bû. Berî ku dest bi nivîsandina senaryoyan bike, di gelek karên weke ajokariya kamyonê hwd de xebit. Eleqeya Onder a sînema û  nivîsandina senaryoyê bi fîlma "Dûvar" dest pê kir. Onder wiha behsa wan rojan kir: "Ez di nav wî dîwarî de bûm, min fêm kir ku ez ne bi tenê me. Piştre min dest bi nivîsandinê kir.” Bi perwerdehiya ku wergirtî, fêrî estetîkkirina hêrsa xwe bû û bi vî awayî fîlma xwe ya yekem “Beynelmilel” nivîsand.

Fîlma Beynelmilel (2006) bla her kesî kişandibû ser xwe, paşê wek senarîst, derhêner û lîstikvan beşdarî berhemên wek O… Çocuklari, Dugun Dernek û Yeralti bû.

Onder di sala 2011’an de dest bi siyasetê kir û ji lîsteya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) wekî parlamenterê Stenbolê hate hilbijartin. Ew yek ji damezrînerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ku di sala 2013’an de hate damezrandin bû û wekî alîkarê hevserokê wê xebitî.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.