Divê nasnameya Onder civakî be
Çarşem 7 Gulan 2025 - 03:45
- Parlementerê DEM Partî Cengîz Çîçek û Parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu derbarê têkoşîna Sirri Sureyya Onder de axivîn û gotin:’’Divê em nasnameya aştiyê di şexsê Onder de derketiye holê, veguherînin karaktera aştiya civakî.’’
Şîna ku DEM Partî û malbata Endamê Şandeya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder, li Navenda Cemal Reşît Rey daniye didome. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, rêveberên partiyê û wekîl ziyaretvanan pêşwazî dikin. Wekîlê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek ku li cihê şînê ye, diyar kir ku wefata Onder ji bo demokrasî û hemû derdorên civakî windahiyeke mezin e. Çîçek, anî ziman ku şexsiyetên mîna Sirri Sureyya Onder kêm caran tên dinê û got:“Taybetiya wî ya sereke ev bû; Onder, gelek derdorên cuda anî gel hev û rê nîşanî her kesî da ku wê polîtîkaya aştiyê çawa birêsin. Lewma jî hem rêya çareseriyê hem jî şêweya têkilîdanînê jî nîşan da.”
Ew kesekî ji me bû
Çîçek, got ku têkoşîna aştiyê ya Onder gelek tişt li wî zêdekiriye û got:“Aştiya civakî bû wesiyeta wî. Em mecbûr in ku nasnameya aştiyê ku di şexsiyeta wî de şênber bûbû, veguherînin nasnameya têkoşîna civakî. Bi vî awayî em dikarin ji bîranîna wî re bibin bersiv.” Çîçek anî ziman ku soza wan a ji bo Onder û hemû kesên di têkoşîna aştiyê de jiyana xwe ji dest dane daîmî ye û got:“Têkildarî aştiyê belkî jî mijara herî zêde divê em li ser bisekinin, peydakirina rê û rêbazên civakîkirina têkoşînê ye. Nabe ku li ser tenê çendek aktoran bimeşe, divê civak bi xwe li dora aştiyê xwe birêxistin bike. Bersiva herî watedar a ku em bidin Onder ew e ku têkoşîna aştiyê ya civakê ava bikin. Hewceye civak, bi perspektîfa civaka demokratîk daxilî pêvajoyê bibe. Dem dema wê ye u civak xwe birêxistin bike û xwedî li xeta çareseriyê û civaka demokratîk derkeve. Taybetiya herî şênber a Onder ew bû ku dikariya xîtabî aqil, hest û wijdana mirovan bike. Ew kesekî ji me bû. Pirsgirêkên herî giran jî bi zimanekî fesîh vedigot û li dil û mejî dineqişand. Lewma meseleya aştiyê meseleyeke zêde zehmet nîne. Em dikarin li vê xakê nasnameya civakî ya aştiyê birêsin.”
Em rola avaker a Onder biparêzin
Wekîlê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu têkildarî wefeta Sirri Sureyya Onder axivî û anî ziman ku divê rola avaker a Onder bê parastin. Tanrikulu diyar kir ku ew bi Sirri Sureyya Onder re di têkoşîna mafê mirovan a beriya siyasetê de hev nas kiriye û bûye dost û ev hevaltî di dema wan a meclisê de bi pêş ve çûye û got:"Eger pênaseya mirovekî baş bê kirin em dikarin behsa Sirri bikin. Der barê tu kesî tiştên xirab nefikirî, hewl da yên jê nefret dikin jî îqna bike, bi her kesî re biaxive û bi zanebûna xwe ya mezin, henek û hêza gotinên xwe mirov qanih dikir. Bi rastî jî windahiyeke mezin e. Hem weke hevalekî windahiyeke mezin heye, hem jî misyona girtibû ser xwe. Aktor di çareseriya pêvajoyan de xwedî roleke mezin in. Ji sala 2011'an û vir ve ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li parlamentoyê hewldanên mezin kir û tecrûbeya xwe her tim ji bo vê armancê bi kar anî."
Li ser popûlîzmê kar nekir
Tanrikulu diyar kir ku wî şahidî kiriye ku Onder ji bo aştiyê berdêlên mezin dane û got:"Di vê pêvajoya dawî de roleke wî ya mezin hebû. Di heman demê de hunermendek bû û ji salên xwe yên ciwaniyê û vir ve siyaset dikir. Ji ber vê yeke Tirkiye û dîroka nêz a Tirkiyeyê û tevgera kurd baş nas dikir. Tişta dikeve ser milê me ew e ku em peywira wî bi cih bînin. Ger em vê rola xwe bibin serî em ê deynê xwe bidin. Em ê ji bo vê bikevin nav hewldanan. Divê teqez aştiya Tirkiyeyê pêk were. Serokê giştî yê partiya me got ku dê misyona xwe bînin cih. Di navbera wan de dostaniyeke baş hebû û di vê pêvajoyê de jî ew dostanî dewam kir. Ez careke din li ber bîranîna wî rêz digirim. Tiştek ji me kêm bû, tiştek ji Tirkiyeyê winda bû. Sirri ne kurd bû, lê wek kurdan bû. Wisa hîs nedikir ku ew aîdî nasnameyekê ye. Her wiha pir girîng e ku; Sureyya Onder li ser populîzmê kar nekir. Her tim li ser kêlekê sekinî, veşarî bû, nediaxivî. Dema biaxiviya jî herî kêm axivî. Ev ne tiştekî hêsan e. Di heman demê de di vî alî de bawerî da. Pêwîste bi şêwaza xwe ya avaker û rola xwe ya çêker bê parastin.”
MA/STENBOL