Şoreşa jinê
Duşem 3 Adar 2025 - 02:50
- Şoreşa Rojava di pêşketina nîqaş û têkoşînê de cihekî girîng digire. Tespît û nirxandinên jinên Kurd ji aliyê jinên cîhanê ve tên qebûlkirin û cihê şoreşa jinê jî Kurdistan û Rojhilata Navîn tê nîşandan.
Tevgera Azadiya Jinên Kurd, bi pêşketina xwe ya îdeolojîk, polîtîk, rêxistinî û çalakiyê dibe çavkaniya îlhamê. Di heman demê de ji aliyê tevgerên jinan ve wek hêza pêşeng a têkoşînê tê dîtin.
Di vê beşa nivîsa xwe de em ê mijara ‘cihê şoreşa jinê; li Rojhilata Navîn derfetên pêkanîna şoreşa jinê a duyemîn’ bigirin dest.
Şoreşa jinê
Her sedemê bi pêşketina civakan re cihên ku jê derketine hene. Li Afrîkayê mirovahî derket holê, cihê şoreşa jinê ya ewil Hîlala bi Bereket, Mepotamya jêr, Riha, warê şoreşa gelan Fransa, warê Ronesansê Îtalya û cihê derketina îslamê Nîvgrava Ereban jin ji van cihan e.
Şoreş û veguhestinên civakî di van cîhan de rû dane û li cîhanê belav bûne. Pirsgirêka azadiya jinê li hemû erdnîgariyan hatiye jiyîn û berxwedana jinê jî li hemû cîhanê belav bûye. Şoreşa jinê di serî de li Rojhilata Navîn û Kurdistanê derketiye holê.
Kapîtalîzmê pirsgirêka azadiyê giran kir
Pêdiviya şoreşa Rojhilata Navîn a şoreşa jinê, li gorî encamên vê tabloyê bi rewşa jinê ve girêdayî ye. Zexta baviksalarî û pergala mêtingeriyê ya ku di van du sedsalên dawî de bi dagirkeriya kapîtalîzmê re li herêmê zêde bûye, pirsgirêka azadiya jinê kûrtir dike.
Têkoşîna xwe dispêre şoreşa jinan
Ji bo çarereseriya pirsgirêka jinên nêzîkatiya hêza çareseriyê tune ye, li Rojhilata Navîn hewcedariyeke têkoşîna xwe dispêre perspektîfa şoreşa jinan derdikeve holê. Her çend tevna exlaqî-siyasî ya Rojhilata Navîn ji aliyê zîhniyeta serdest a mêr, neteweperestî û olperestiyê ve zirar dîtibe jî, hê jî zindî ye. Li gorî perspektîfa pozîtîvîst, gelek mijarên ku bi giştî paşverû û nepêşketî têne hesibandin, bi rastî dikarin bibin hêmanên modernîteya demokratîk. Bêyî endezyariya civakî, kokên civaka exlaqî-polîtîk dikarin veguherînin xweseriyên herêmî, komun, kooperatîf, akademiyên azad û yekeyên komunal ên demokratîk.
Rêberê Abdullah Ocalan destnîşan dike ku serkeftina şoreşên Rojhilata Navîn li ser esasê yekbûna nirxên wan ên dîrokî bi zanistê re dikare were bidestxistin, ji bo vê jî hewcedariya "aqilmendiya xwedawenda nû" datîne holê.
Veqetîna zayendî
Ji ber ew cihê ku her du şikestinên zayendî li dijî jinan pêk tên, di wê pozîsyonê de ye ku herî zêde pêdiviya sêyem qutbûna zayendî ya li hember mêran heye.
Bikaranîna ol
Astengiya bingehîn a ku tevgerên azadiya jinê li herêmê têdikoşin nêzîkatiya olê ye. Ol, bi taybetî jî Îslam weke meşrûkirina îdeolojîk a koletiya jinê tê bikaranîn.
Şoreşa Rojava
Şerên cîhanî yên ku ji alî kapîtalîzmê ve ji bo çareserkirina krîzên xwe hatine destpêkirin, di her du şerên cîhanê de jî bûne sedema derketinên şoreşgerî, ji ber ku ew bûne sedema guhertina hevsengiyê. Ev yek ji bo şerê cîhanê yê sêyemîn ku li Rojhilata Navîn tê meşandin jî derbasdar e. Şoreşa Rojava jî mînakek wiha ye.
Şerê paradîgmayan
Di vî warî de guncav e ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn wekî şerê paradîgmayan bê nirxandin. Aliyên şer hêz, gel, jin û şaristaniya serdest a dewletparêz in ku kevneşopiya şaristaniya demokratîk a Rojhilata Navîn temsîl dikin.
Pêşengiya jinan
Abdullah Ocalan bi perspektîf û pêşniyarên xwe nîşan da ku di sêyemîn şerê cîhanê de ji bo bandorbûna tevgera azadiya jinan rêbazên din jî hene. Abdullah Ocalan diyar dike ku bi vê tabloya li Rojhilata Navîn derketiye holê hewce bi şoreşeke duyemîn a jinan heye û got divê wek tevger pêşengî ji vê re bê kirin.
JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN