Ji bo kampanyaya 8’ê Adarê bang kir
În 14 Sibat 2025 - 02:50
Xeta Jinên li Antalyayê ji bo kampanya wê di navbera 10’ê Sibat û 8’ê Adarê de bidome, bi dirûşmeya ‘ji bo berxwedanê bang’ banga tevlibûnê li hemû jinan kir.
Xeta Jinê li Antalyayê wê di navbera 10’ê Sibat û 8’ê Adarê de kampanyaya 8’ê Adarê pêk bîne. Îştar Keskîn li ser navê Xeta Jinê axivî û bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet. Îştar Keskîn ji bo kampanyaya ku bi dirûşma ‘ji bo berxwedanê bang’ didome banga tevlibûnê li hemû jinan kir.
Banga têkoşînê
Îştar Keskîn li dijî zîhniyeta serdest a mêr banga têkoşînê li jinan kir û wiha vegot: “Helwesta jinên ciwan li hemberî zîhniyeta mêr a ku serweriya kapîtalîzmê dike, li cihê ku jin tên qetilkirin, komkujî û mêtingerî tên kirin, nasname tên paşguhkirin, zelal e. Xeta me xeta wan kesên ku dibêjin dev ji pergala serdest berdin û li pey heqîqetê bin e. Rastiyên hevalên me Rojîn Kabaiş, Zeren Ertaş û Gulistan Doku, di polîtîkayên şerê taybet ên di şexsê jinên ciwan de, di tunehesibandina hebûna jinê de, di veşartina cinayetên jinan de û di derxistina wan de, xala dawî ya ku di şexsê jinên ciwan de hatiye meşandin, bi zelalî radixe ber çavan. Dema ku em ber bi 8'ê Adarê ve diçin em careke din destnîşan dikin ku ji bo jinan her roj azadbûna şert û mercên jiyanê ye."
Em jinan vedixwînin qadan
Îştar Keskîn, diyar kir ku di çarçoveya kampanyayê de armac dikin ku bi hemû jinan re bên gel hev û rêxistinbûnê hedef bikin û got: “ Bi dirûşmeya 'ji bo berxwedanê bang’ em hemû jinan vedixwînin qadan û diyar dikin ku çirûska jiyana azad a kevneşopiya me di xwe de dihewîne. 8'ê Adarê di aliyê yekîtiya jinan de bû rastiyeke zelal û li hemberî zîhniyeta mêr bersiveke girseyî bû.”
JINNEWS/ANTALYA