TJK-E ji bo Ocalan dadikeve qadan

Şemî 3 Gulan 2025 - 03:05

TJK-E di 3'ê Gulanê de dest bi kampanya 'Diyalogên bi jiyana azad re' dike. Berdevka TJK-E'yê Ayten Kaplan got:"Eger em dixwazin guherîn û veguherînê pêk bîni, divê em bi rêxistinên cuda yên jinan re hevkariyê bikin."

Berdevka TJK-E'yê Ayten Kaplan anî ziman ku bi kampanya 'Diyalogên bi jiyana azad re' ji bo afirandina civaka demokratîk a li dora banga Rêber Apo wê nêrîna jinan werbigirin û piştgiriyê bidin pêvajoyê.

Bi pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ku dostên gelê Kurd di 10'ê Cotmeha 2023'yan de dabûn destpêkirin, di asta navneteweyî de çalakiyên mezin têne lidarxistin. Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi daxuyaniyekê ragihand ku li ser bingeha daxwaza azadiya Rêber Apo wan di nava pêngava navneteweyî de dest bi kampanyayeke nû kirine. Li gorî daxuyaniya TJK-E'yê, kampanya ku wê 3'yê Gulanê destpê bike, wê bi navê 'Diyalogên bi jiyana azad re' bê meşandin.

Berdevka TJK-E'yê Ayten Kaplan li ser kampanyayê axivî û anî ziman ku Rêber Apo bi banga 27'ê Sibatê re înîsiyatîfeke girîng hildaye ser milê xwe, vê pêvajoyê dimeşîne, lê belê ji bo demokratîkbûna civakê mîsyoneke girîng dikeve ser milê jinan. Ayten Kaplan destnîşan kir ku ew dixwazin paradîgmaya Rêber Apo belav bikin, nêrîn û pêşniyara derdorên cuda werbigirin û got, "Em ê di mijara jinê de platforman ava bikin, cihê jinan ê di nava civakê de nîqaş bikin, qebûlkirina nasname, îradeya jinê ya li nava civakî binirxînin. Civaka demokratîk tenê bi azadiya jinê û hebûna wê ya li nava civakê dikare pêk were."

Ayten Kaplan bi bîr xist ku li gel banga Rêber Apo dewletê hîn gaveke şênber neavêtiye û ji bo afirandina civaka demokratîk a rêxistinbûyî mîsyona girîng a Tevgera Azadiyê ya Jinê destnîşan kir. Ayten Kaplan got, "Eger em dixwazin guherîn û veguherînê pêk bîni, divê em bi rêxistinên cuda yên jinan re hevkariyê bikin."

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.