Kurd li pişt banga Rêber APO ne
Şemî 1 Adar 2025 - 03:35
Endamê Konseya Serokatiya PYD’ê Salih Muslim piştî banga dîrokî ya Rêber Apo axivî. Muslim diyar kir ku ji bo ev gava dîrokî pêş bikeve, divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û got:“Rêber Apo bangeke dîrokî kir û top êdî li cem dewleta Tirk e. Êdî ji vir û şûnde wezîfe dikeve ser milê dewleta Tirk. Rêber Apo bang kir ku PKK kongreya xwe lidar bixe û xwe fesih bike. Ji bo ev pêk were jî, Rêber Apo divê bikare rasterast bi PKK’ê re bikeve peywendiyê û diyar bike ku rêyeke çawa bişopîne, ji bo pêkhatina vê kongreyê divê Tirkiye niyeta xwe diyar bike. Çareseriya pirsgirêka Kurd gihiştiye qonaxekî nû. Di pêvajoyeke nû ya wiha de, her kes xwedî wezîfe û berpirsyarî ye. Di serî de gelê Kurd, divê gelên din jî li gorî wezîfe û berpirsyariyên xwe nêzîkatiyê raber bikin.”
Ocalan careke din derî vekir
Cigirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî derbarê banga Rêber Apo de daxuyaniyek da û got:“Gelê Kurd tim aştîxwaz bûye û weke rêya herî dawî ji bo parastina mafê xwe û hebûna xwe dest daye çekê. Birêz Abdullah Ocalan careke din deriyê aştî û çareseriyeke aştiyane û demokratîk ya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê vekir. Dest bi qonaxeke nû ya têkoşîna siyasî ya Kurdan li Tirkiyeyê kir. Hêvîdarin û daxwaz dikin ku vê carê ev pêvajo bi encameke bi dil ji bo gelê Kurd û Tirkiye dawî bibe, li ser bingehê bi hev re bijîn. Erkê her kesê ye ku bi pêşwazî li peyama Birêz Ocalan bike û ji bo serxistina pêvajoyê hevkar bin.”
Em piştgiriyê didin pêvajoyê
Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî piştî peyama dîrokî ya Rêber Apo ji aliyê şandeya DEM Partî ve li Stenbolê hate parve kirin, peyamek da û piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê nîşan da.
Peyama Mesûd Barzanî wiha ye:“Helwesta me ya di derbarê pêvajoya aştî û çareseriyê ya li Tirkiye nehatiye guherîn, bi hemû hewl û derfetên xwe em piştgiriya vê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiye dikin. Aştî yekane rêya rast a çareserkirina pirsgirêkan e. Hêvîdarin ku peyama Birêz Ocalan ji bo pêvajoya aştiyê pêk were bibe destpêkek. Peyam bigihêje encamekê ku berjewendiyê her kesê têde hebe.”
Êdî ti hinceta dewleta Tirk namîne
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku ger di navbera PKK û Tirkiyeyê de aştiyek pêk were, wê ev yek bandoreke erênî li herêma me jî bike û got:’’Banga Birêz Ocalan ji bo PKK’ê û gerîlayên PKK’ê ye. Rasterast ne ji bo herêma bû. Peyama ku ji Başûrê Kurdistanê û deverên din re şandî, ji bo me jî şand." Ebdî diyar kir ku peyama Rêber Apo banga aştiyê û geşedaneke erênî ye û got ku ger were sepandin wê demokrasiya Tirkiyeyê zêdetir pêş bikeve. Ger di navbera PKK û Tirkiyeyê de aşitiyek pêk were, wê ev yek bandoreke erênî li herêma me jî bike. Ger ev pêvajo ser bikeve wê bandoreke erênî li me jî bike û wê tu hincetên Tirkiyeyê nemînin ku êrîşî herêmên me bike.’’
Em ji bo hevkariyê amade ne
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî ragihandina banga Rêber Apo li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek weşand. Nêçîrvan Barzanî got:“Bê guman ev serdema têkoşîna demokratîk, aştiyane û sivîl e. Ne bi tundî û çekan wê bi vê rêyêencam û destkeftiyên baştir werin bidestxistin.” Barzanî diyar kir ku ev piştevaniya tam didin pêvajoya ku li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin û destnîşan kir ku ew ji bo serkeftina pêvajoyê ji hemû alîkarî û hevkariyê re amade ne.
Divê gavên pratîk bi lez bên avêtin
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî jî peyamek da û ev got:“Em pêşwazî li peyama Abdullah Ocalan dikin. Em bi bawer in ku ev peyam bi perpirsyariya vê qonaxê ye ya ji bo yekîtiya Kurdan û çareserkirinê pirsgirêkê ya bi aştiyane li ser bingehê jiyanek hevpar û avakirina siberojeke geştir û aramtir ya gelê me.
YNK vê peyamê bi destpêk û qonaxeke girîng dibîne, weke erkeke netewî ya berpirs û piştgiriya vê peyamê dike. Serketina her gav û projeyekê ye ku ruhê jiyana hevpar û xwişk-biratiya navbera Kurd û Tirkan pêş bibe ye. Em hêvîdar in ku em bi hev re vê bangê qebûl bikin, gavên pratîk ji bo gihiştina aştiyeke gişt biavêjin. Vê fersenda dîrokî ya Serok Mam Celal kevirê bingehîn sala 1993’an danî ji dest nedin. Me hertim gotiye, em piştevanê xwişk û birayên xwe yên her çar parçeyên Kurdistanê ne."
Rê li ber pêvajoya aştiyê vekir
Serokê berê yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Yusif Mihemed got:“Peyama Birêz Ocalan wê rê li ber pêvajoya aştiyê li Bakur veke û hinceta dagirkeriya Tirkiyê ya li ser Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ji holê rake. Peyama Birêz Ocalan ji bo têkoşîna siyasî li Bakur û Rojava derfetek girîng ava dike.”
NAVENDA NÛÇEYAN