Banga Ocalan çirûskeke hêviyê ye
Şemî 1 Adar 2025 - 03:45
- Banga Rêber APO ya dîrokî li seranserî cîhanê deng veda. Ji Emerîka heta welatê Baskê, ji Îngîlîstan heta Elmanya, di rojeva cîhanê de asta sereke de ye.
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partî banga dîrokî ya Rêber Apo li Stenbolê bi raya giştî re parve kir. Raportorê Tirkiye yê Yekîtiya Ewropayê (PE) Nacho Sanchez Amor piştî daxuyaniyê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parvekirinek kir û diyar kir ku banga Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd destpêka herî baş e. Nacho Sanchez Amor wiha got:“Abdullah Ocalan îro banga çek danînê û fesih kirinê li PKK’ê kir, ev gavekî dîrokî ye ku bi dilxweşî tê pêşwazîkirin.”
Em amade ne piştgiriyê bidin pêvajoyê
Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê diyar kir ku banga Rêber Apo firsendeke dîrokî ye û got:"Em amade ne ku bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin pêvajoyê." Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew piştgiriyê didin banga Rêber Apo û got:"Em banga Abdullah Ocalan a ji bo PKK'ê û komên girêdayî wê dest ji çekan berdin û PKK'ê fesh bike, bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Ev ji bo bidawîkirina tundûtûjî û tolhildanê ya ku bi dehan sal in didome û rê li ber windakirina bi deh hezaran kesan vekir, firsendeke dîrokî ye.”
Divê mafê Kurdan bê misoger kirin
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bangewazî gava yekem bû û li ser rola Maclîsa Tikriyeyê jî ev tiş hatin parvekirin:“Ji bo bidawîkirina tundûtûjiyê ev gava yekem a girîng e, lê pêwîste gavên zêdetir li ser rêya çareseriya domdar ji bo gelên Tirkiyeyê bên avêtin. Di van gavan de, divê berî her tiştî rêzgirtin û misogerkirina mafên çandî û demokratîk ên Kurdên Tirkiyeyê hebe. Meclîsa Tirkiyeyê di avakirina vê pêvajoya siyasî û pêkanîna çareseriyên lihevkirinê de roleke sereke dilîze. Em wek hikûmeta Elmanyayê amade ne ku bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin pêvajoyê.”
Divê qedexeya li ser PKK’ê rabe
Hevserokê Partiya Çep (Die Linke) a Elman Jan van Aken li ser hesabê xwe yê X’ê bang li dewleta Tirk û dewleta Elman kir.
Jan van Aken got:“Abdullah Ocalan deriyê pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê vekir. Divê hikûmeta Elmanyayê ji bo piştgiriya aştiyê her tiştî bike. Di nav van de rakirina qedexeya li ser PKK’ê jî heye. Û divê Ocalan azad bibe.”
Em bi kêfxweşî pêşiwazî dikin
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres banga Rêber Apo weke “Ev çirûskek hêviyê ye ku dikare ji pevçûnên demek dirêje didome re çarerseriyê bîne” nirxand.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres geşedanên li ser banga Rêber Apo bi "kêfxweşî" pêşwazî kir.
Li gorî nûçeya servîsa Fransî ya Tora Televîzyonê ya Kurevî ya Çînê (CGTN), Antonio Guterres banga Rêber Apo wiha nirxand: “Em vê geşedana girîng bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Ev çirûskek hêviyê ye ku dikare ji pevçûnên demek dirêje didome re çarerseriyê bîne.”
Banga Ocalan gaveke girîng e
Qesra Spî jî têkildarî banga dîrokî ya Rêber Apo daxuyaniyek da. Berdevkê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî Brian Hughes banga Rêber Apo weke "Ji bo kêmkirina pevçûnan gaveke girîng" nirxand. Hughes got: "Ev geşedaneke girîng e û em hêvîdar in ku wê di mijara hevalbendên me yê li dijî DAÎŞ’ê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji arambûna mutefîkê me yê Tirk re bibe alîkar. Em di wê baweriyê de ne ku ev yek wê aştiyê bîne herêmê.”
Bikevin nava pêvajoya avaker
Berdevkê Ofîsa Pêşketin û Civakên Netewetî yê Wezareta Karên Derve yê Îngilîstanê got:“Em hemû aliyan teşwîq dikin ku bikevin nav pêvajoyek aştiyane û avaker ku ewlehî, aramî û rêzgirtina serweriya hiqûqê misoger dike.” Berdevkê Ofîsê diyar kir ku ew banga Rêber Apo bi kêfxweşî pêşwazî dikin û got:"Em pêşkeftina ber bi aştî û ewlehiyê ya ji bo gelê Tirkiyeyê yê ku hevalbendek nêzîk a NATO’yê ye bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Em hemû aliyan teşwîq dikin ku bikevin nav pêvajoyek aştiyane û avaker ku ewlehî, aramî û rêzgirtina serweriya hiqûqê misoger dike. Îngilîstan piştgiriyê bide hewldanên kêmkirina pevçûnan û pêşvebirina aramiyê li Tirkiye û herêmê."
Bangeke dîrokî û wêrek e
Ji welatê Baskê sendîkaya LAB'ê û siyasetmedaran gotin:"Weke welatê Baskê em careke din dilsoziya xwe ya bi gelê Kurd û mafên wan ên azadî û aştiyê re piştrast dikin." Sendîkaya LAB'ê û siyasetmedarên ji Baskê 'Banga Civaka Demokratîk û Aştiyê' ya Rêber Apo 'dîrokî' û 'wêrek' dîtin û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin bangê. Li Parlamenta Herêma Xweser a Baskê Serokê Koma Euskal Herria Bildu (EH Bildu) û Senatorê Spanyayê Gorka Elejabarrieta Diaz li ser hesabê xwe yê X'ê dîmenek weşand û got:"Em banga dîrokî ya Ocalan bi kêfxweşî pêşwazî dikin ku ji bo dawî li şerê li Kurdistanê bê anîn û firsendeke nû bê afirandin, hatiye kirin. Weke welatê Baskê em careke din piştrast dikin ku dilsozê gelê Kurd û mafên wan ên azadî û aştiyê ne. Bijî Kurdistan." Sekreterê Giştî yê EH Bildu û endamê berê yê ETA'yê Arnaldo Ortegi jî bi van gotinan piştgirî da banga Rêber Apo:"Ji Abdullah Ocalan bangeke dîrokî û wêrek. Gotinên wî gaveke girîng avêtiye û divê tavilê bê berdan." Sendîkaya Karkeran a Baskê LAB'ê bi daxuyaniyeke bi sernavê 'Piştgiriya ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd re' ragihand ku ew piştgiriyê didin daxuyaniyê.
Di daxuyaniya LAB'ê de hate gotin:"Sendîkaya Karker a Baskê banga lîderê Kurd Abdullah Ocalan bi hêvî pêşwazî dike ku 26 sal in li girtîgeha Îmraliyê ya Tirkiyeyê girtî ye." Di dewama daxuyaniyê de bi van gotinan piştgirî ji banga Rêber Apo re hate dayin:"LAB di wê baweriyê de ye ku ji bo ev daxuyanî rêyeke mayinde ya aştiyê biafirîne, dikare deriyê senaryoyeke nû veke. Em di wê baweriyê de ne ku bi rêya diyalogê çareseriyeke demokratîk ji pirsgirêka Kurd re dikare bê afirandin. Lewma em piştgiriyê didin hemû aktorên siyasî, civakî û sendîkayî ku ji bo pêşkêşkirina vê pêşniyarê hewl dan."
Divê mafên Kurdan bên nasîn
Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Massimo D'Alema banga dîrokî ya Rêber Apo erênî û bi wêrekî pênase kir û destnîşan kir ku divê dewleta Tirk li pêşberî vê bangê gavên şênber biavêje.
Massimo D'Alema ku di dema komploya navneteweyî ya 1999'an de serokwezîrê Îtalyayê bû, li ser banga 'Civaka demokratîk û aştiyê' ya Rêber Apo daxuyaniyek da.
Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Massimo D'Alema ji Ajansa Nûçeyan a Îtalyayê (ANSA) re axivî û anî ziman ku banga dîrokî ya Rêber Apo gaveke erênî û bi wêrek e.
Dora dewleta Tirk e
D'Alema destnîşan kir ku li pêşberî daxuyaniya Rêber Apo divê dewleta Tirk gavê biavêje û got:"Ev pêşketineke erênî ye, peyameke bi wêrekî ye û hêvîdarim hikumeta Tirk û aliyê Erdogan wê ji bo bidawîkirina vî şerê giran û demdirêj weke rêyeke şênber binirxîne. Aliyê din dest ji têkoşîna çekdarî berdide, lewma divê mafên Kurdan bêne naskirin."
Bang girîng û erênî ye
Wezareta Karên Derve ya Iraqê jî têkildarî Peyama Dîrokî ya Rêber APO daxuyaniyek belav kir û wiha hate gotin:“Komara Iraqê pêşwazî li peyam û banga birêz Abdullah Ocalan dike û vê peyamê ji bo pêkanîna aramiya li herêmê erênî û girîng dibîne. Em vê destpêşxeriyê ji bo zêdekirina ewlehiyê, weke gaveke pir girîng dibînin. Ne tenê li Iraqê, li tevahiya navçeyê.” Wezareta Karên Derve ya Iraqê di dewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku ji bo çareserkirina nakokiyan û bidawîkirina pirsgirêkan bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hemû aliyan bike û pêkve jiyana aştiyane pêş bixe, çareseriyên siyasî û diyalog rêyên herî baştirin; ev yek jî nîşana piştevaniya ji hemû hewlên çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê ye. Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Iraq hêvî dike ku ev bangawazî bibe pêngavek pratîkî û bilez.
NAVENDA NÛÇEYAN