Şehîdên enternasyonal

Şemî 1 Adar 2025 - 03:00

  • Stêrkên dilwêrek ên di parêzvaniya şoreşa jinê de canê xwe fêda kirin, Ivana Hoffmann, Anna Cambell, Alina Sanchez û Eva Maria Steiger asoyên şoreşê mezin kirin.

Bi sedan şervanên enternasyonal ji çar aliyên cîhanê berê xwe dan eniyên parastina welatê şoreşê û parastina şoreşa Rojava weke erkek dîrokî dîtin. Ji Arjantîn heta Elmanya, Efrîqa, Brîtanya û gelek welatên din gelek ji wan şoreşgerên dilwêrek ên weke Ivana Hoffmann, Anna Cambell, Alina Sanchez û Eva Maria Steiger di nava eniyên cenga parastina şoreşa jinê de cîh girtin û gihîştin asta şehadetê.

Ivana Hoffmann

Ivana Hoffman bi nasnav Avaşîn Tekoşîn Guneş a ku her dilê wê ji bo şoreşê lê dida û dixwest xewna xwe ya gel û jin bi hev re azad dijîn û jiyaneke hevbeş rastî bibîne, xeyalên xwe di nava şoreşa jinê de bi cîh anî. Ivana Hoffman ku zaroka dayikek Elman û bavek Efriqî ye, li Ewropayê mezin dibe û li wê di gelek kar û xebatan de cih digre. Ivana bi çalakiyên berxwedana Kobanê ya sala 2014'an ku li seranserî cîhanê belav bûyî YPJ’ê nas kir. Mîna ku tam bersiva lêgerîna xwe dîtibe, bêyî ku dereng bimîne, tê xwe dighîne nava refên berxwedana parastina şoreşa jinê. 

Ana Kambell

Şoreşgera enternesyonel Ana Kambell bi nasnav Hêlîn Qaraçox, di sala 1992'yan de li Brîtanyayê jidayîk bûye. Lêkolînên wê yên li hemberî feraseta dewletê li zanîngehê kûr dibin û jiyana wê ya şoreşgerî 17 salî destpê dike. Li hemberî feraseta cûdaxwaziya di navbera qewman de, civakan, mirov û ajalan, serî radike. Anna di Gulana 2017’an de berê xwe dide Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nasnavê Hêlîn Qereçox hildibijêre. Roja 55`emîn a Berxwedaniya Serdemê 15`ê Adarê Hêlîn Qaraçox tevî sê hevalên xwe li eniya taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrîne di şerên li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de, şehîd bû.

Alina Sanchez

Alina Sanchez bi nasnav Lêgerîn Çiya a ji Arjantînê berê xwe daye nava şoreşa jinê û bi dildarî xebatên tenduristiya şer pêşxistî jî, hucreyek bingehîn a belavkirina ramana şoreşa jinê ye. Di sala 1986`an de li bajarê Los Andes ê herêma San Martín a Arjantîn a Emerîkayê hatiye dinê. Malbata wê navê şoreşgera ku jêre ‘Dilê Şoreşa Kubayê’ hatiye gotin Celia Sanchez Manduley li zaroka xwe ya ku wê di pêşerojê de bibe Lêgerîna Çiyayên Kurdistanê, kiriye. Piştî ku li dibistana tibê (ELAM) a Kuba ya Emerîkaya Latin perwerda tenduristiyê dibîne, di sala 2011`an de berê xwe dide nava xebata şoreşa Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û tevlî nava şervanên YPJ`ê dibe. Lêgerîn Çiya, di Nîsana 2018`an de li bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di qezayek tirafîkê de gihîşt mertebeya şehadetê.

Eva Maria Steiger

Eva Maria Steiger bi nasnav Elefterya Hambî ya ji Elmanyayê ji şehadeta Şehîd Lêgerîn û Şehîd Hêlîn Qereçox a di pêvajoya berxwedana Efrînê ya 2018’an de li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, şer kir û gihîşt mertebeya bêmiriniyê bandor bû û biryar da ku berê xwe bide xetên parastina şoreşa jinê. Elefterya Hambî ji têkoşîna ekolojîk a Daristana Hambachê ya li Elmanyayê, berê xwe da qada Şoreşa Rojava. Bijartina nasnavê Elefterya jî asta wê ya fedayîbûnê nîşan dide ku di 24’ê Adara 2006’an de Elefteriya Fortulakî li Atînayê bi diruşmeya “Azadiya gelê Kurd û Serok Apo, azadiya hemû gelên cîhanê ye. Bijî xwîşk û biratiya gelan” bedena xwe da ber agir û bi wê helwesta xwe komplo şermezar kir.

NÛJINHA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.