Çare îdeolojiya rizgariyê jinê ye

Şemî 9 Adar 2024 - 00:15

Komîteya Zindanan a PKK-PAJK’ê bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî pîroz kir, diyar kir çareya krîza pergalî îdeolojiya rizgariya jinê ye û banga serxistina pêngava ‘’Ji Ocalan re azadî’ kir.

Komîteya Zindanan a PKK-PAJK'ê bi wesîleya 8'ê Adarê daxuyaniyek weşand. Komîteya Zindanan diyar kir jiyan bi azadiyê bimane ye: "Jiyana mirovan tenê dema ku azad be, bi wate ye; jiyaneke dûrî ji azadiyê li ku dibe bila bibe ew der ji bo jinê her tim mîna zindaneke tarî ye. Lewma jiyana Modernîteya Kapîtalîst ji bo jinan her tim zindaneke tarî ye. Hêzên hegemon di bin navê jiyana modernîteyê de ji bo civakê bixapîne her tim qala wekhevî, azadî û biratiyê dike."

Giringiya îdeolojiya rizgariya jinê

Di daxuyaniyê de îdeolojiya rizgariya jinê ya ku Rêber Abdullah Ocalan sala 1998’an ragihandî hate bibîrxistin û hate gotin, ‘’Rêbertî bi îdeolojiya rizgariya jinê nîşan da ku enerjiya herikbar a jinê ku di 8'ê Adarê de hate nîşandan, nikare bê astengkirin û ji niha û pê ve jî wê neyê astengkirin. Îdeolojiya me ya rizgariya jinê ji xwe re kir armanc ku li dijî rastiya kolekirina jinê, jin xwe bispêre hêza xwe, bibe xwedî îrade, di jiyan û têkiliyên xwe de bibe hêmana bingehîn û xwedî sekneke serbixwe. Ji ber vê yekê bi îdeolojiya rizgariya jinê re ku Rêberê me di 8'ê Adara 1998'an de ragihand got 'Êdî ne tenê 8'ê Adarê divê roj hemû yên jinan be.’’

Her wiha hate gotin di sedsala 21'ê de îdeolojiya ku krîza sîstemî ya civakê dikare çareser bike îdeolojiya rizgariya jinê ye, Îdeolojiyên bi serweriya mêr nikarin bersivê bidin pirsgirêkên civakî û hate gotin, ‘’Îdeolojî nasnameyeke civakê ye û bêyî vê nasnameyê jî bûyîneke nû ya civakî pêk nayê.’’

Serweriya moralê di dest me de ye

Komîteya Zindanan a PKK’ê-PAJK’ê êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê bi bîr xist û got, ‘’Dijmin bi hemû derfetên xwe wê êrîş bike û bixwaze vê pêngava me bê encam bihêle, lê belê serweriya moral, îdeolojî, leşkerî û siyasî bi temamî di destê me de ye. Rêber Apo bi Berxwedana Îmraliyê re pêşengiya herî bi heybet ji her qad û çepera têkoşînê re dike, ev berxwedana bêhempa li her qadê li ser bingeha xeta fedaîtiyê bersiva xwe dibîne.

Greva birçîbûnê nîşana fedaîtiyê ye

Bi berdewamî greva birçîbûnê ya bi armanca azadiya Rêber Ocalan di daxuyaniyê de hate bibîrxistin û hate gotin,’’ Ev berxwedana greva birçîbûnê li gel êrîşên dijmin hemûyan bi biryardarî dewam dike. Dewamkirina pêngavê li zindanan bi berxwedaneke mezin, nîşaneya xeta fedaîtiyê ya li zindanan a tevgera me ye.’’

Em pêngavê bi ser bixin

Komîteyê herî dawî diyar kir ji bo serketina pêvajoya pêngavê divê her kes li her qada lê ye bi hemû hêz, enerjî, danhevî, potansiyela xwe giraniyê bidin ser serketina pêngavê û got, ‘’Li ser vê bingehê em 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di serî de li hevrêyên xwe yên li zindanan bi vê biryardariyê li ber xwe didin û li dayikên xwe yên hêja yên di Nobeda Edaletê de ne pîroz dikin û berxwedana wan silav dikin."

NAVENA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.