HPJ: Sedsala jinan
În 8 Adar 2024 - 00:41
Fermandariya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê Roja Cinên Kedkar ên Cîhanê pîroz li Rêber Ocalan pîroz kir û got,’’ ’’Em bawer dikin ku di vê 8’ê Adarê de jî hemû jinên Kurdîstan û cîhanê wê bi rengê biharê biherikin kolanan.’’
HPJ’ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek weşand.
HPJ’ê bal kişand ser girîngiya tekoşîna jinan ya li seranserê cîhanê û di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin:’’Di serî de em roja 8’ê Adarê li Rêberê Neteweya Demokratîk, Rêber Apo pîroz dikin. Di şexsê Heval Aryen Arê, Sara Hogir û Bîşengan de hemû şehidên şoreşê bi minetarî bi bîr tînîn û dubare soza serkeftinê didin wan. ‘
Bi berdewamî gotina Rêber Ocalan,‘’Ev sedsal wê bibe sedsala têkoşînan jinan’’ hate bibîrxistin û hate gotin,’’’Em jinên vê erdnîgariyê xwedî mîrateyeke giranbiha ne. Ji Qedemxêran heta Zarîfeyan, ji Leyla Qasiman heta Sakîne Cansizan û Şîrîn Elemholiyan dîroka me di her kêliyê de bi şer û tekoşînê hatiye hûnandin. Jinên ku ev rastî pejirandine, îro pêşeroja xwe di parastina van nirxan de dibîne û ji bo vê rêxistinbûna xwe geştir û firehtir dike. Bêguman ji bo vê destpêkê pêwîstî heye ku li hemû qadan parastina jinan bê misogerkirin û li hemberî hemû êrîşên Modernîteya Kapîtalîst ku ji xeynî serweriya zilam û qirkirina jinan tiştekî din ji mirovahiyê rewa nabîne, tekoşîn were berfirehtirkirin.’’
HPJ’ê banga geşkirina tekoşînê kir û daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir:’’Em bawer dikin ku di vê 8’ê Adarê de jî hemû jinên Kurdîstan û cîhanê wê bi rengê biharê biherikin kolanan û bi yek rih û bi yek deng israra xwe ya şoreşa jinan bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ hemû rojan veguherîne 8’ê Adarê.’’
NAVENDA NÛÇEYAN