Bêyî Ocalan azadî nabe

În 8 Adar 2024 - 00:46

Dayika şehîd û girtiyan Afîfe Kartal bal bire ser tecrîda li ser Rêber Ocalan û got,’’ Heta ku tecrîd ranebe, ciwan û axa me azad nabin.’’

Dayika şehîd û girtiyan Afîfe Kartal yek ji wan bi hezaran jinên Kurd e ku li Kurdistanê rastî zilm û zordariyê hatiye. Kartal a ku di zarokatiya xwe de bû şahidê zilma leşkerî û neçar ma ji gundê xwe koç bike, li Amedê jî bi zilm û zordariya dewletê re rû bi rû ma. Keça Kartal di sala 2017'an de di çalakiya li dijî Qereqola Licê de şehîd bû, kurê wê jî ji sala 2018'an ve di girtîgehê de ye

Kartal diyar kir ku di nava malbata wê de gelek girtî û şehîd hene û got: “Ne tenê di malbata min de. Li Kurdistanê hûn li deriyê kê bixin, yan şehîd heye yan jî girtî heye. Ji ber ku ez ji 12 saliya xwe heta niha li hemberî zilma ku min dîtiye azadiya jin, gel û zarokên xwe dixwazim, Ez bûm endama Meclîsa Dayikên Aştiyê û li her derê dengê xwe bilind dikim. Tu mirovekî bi rûmet, bi taybetî jî tu jin nikare li hember tiştên diqewime bêdeng bimîne. ‘’

Bila tecrîd rabe

Afîfka Kartal bal bire ser rewşa girtîbûnê ya Rêber Abdullah Ocalan û got heta ku Ocalan azad nebe civaka Kurd nikare azad bibe: ‘’Ez bi jinbûna xwe li dijî tundiya li ser jinê û tecawizê, li dijî asîmîlasyona ciwanan, li dijî azad nebûna xaka me, li dijî venekirina deriyên Îmraliyê vê têkoşînê dimeşînim. Beriya her tiştî divê ew deriyên Îmraliyê bên vekirin. Wekî din kes nikare azad bibe. Heta ku tecrîd ranebe, ciwan û axa me azad nabin. Zêdeyî 100 roj in girtî di greva birçîbûnê de ne, em dayik nobeda Edaletê ne. Çima? Ji bo tecrîd bi dawî bibe. Lê kes me muxatab nabîne, tu rayedar jî greva birçîbûnê naxe rojeva xwe.”

8’ê Adarê em ji bo azadiyê rabin

Kartal anî ziman ku li pêşiya wan 8’ê Adarê Roja Jinanên Kedkar ên Cîhanê heye û got: “21’ê Adarê Newroz û hilbijartinên 31’ê Adarê hene. Em ê van rojan hemû dakevin kolanan. Divê hemû jin ji bo azadiya xwe di 8’ê Adarê de dakevin qadan. Bila hemû gelê Kurd di 21’ê Adarê de ji bo azadiya xwe qadan tije bike. Divê hemû gelê Tirk û Kurd di 31'ê Adarê de ji bo bersivdayîna vê feraseta faşîst biçin ser sindoqan. Ez jinek, dayikek, Kurdek bang dikim. Werin em dawî li vê zilmê bînin. Em aştiyê dixwazin, em dixwazin tecrîd bê rakirin. Em naxwazin tu dayik bigirîn. Em naxwazin dilê me bişkê. 8'ê Adarê li hemû jinên li girtîgehê, gerîla, Ewropa, Kurdistan û Tirkiyeyê pîroz dikim.’’

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.