Ocalan nûnerê azadiyê ye

Pêncşem 7 Adar 2024 - 00:44

Girtiya siyasî Zeynep Celalyan ji zindanên Îranê bi nameyekê 8’ê Adarê li jinan û Rêber Ocalan pîroz kir û got Ocalan nûnerê azadiyê ye.

Girtiya jin a siyasî Zeyneb Celaliyan ku ev 17 sal in li zindanên Îranê girtî ye û talokeya darvekirinê li ser heye, ji Girtîgeha Yezda ji bo 8’ê Adarê nameyek şand. Celaliyan di nameya xwe de ji Rêber Ocalan re azadiyê dixwaze.

Celaliyan di nameya xwe de 8’ê Adarê pîroz dike û dibêje, ‘’ Wateyeke taybet a 8’ê Adara îsal heye. 8’ê Adara sala par piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû û piştî wê gelek êrîş li dijî jinan hatin kirin. Bi gaz û madeyên kîmyayî êrîşî jinan kirin û bi girtin û zindanîkirinê ji wan xwestin ku dest ji daxwazên xwe berdin. Li Rojava ku jinan şerê DAÎŞ’a paşverû dikir, bûn armancên êrîşên taybet ku hêzên navneteweyî jî piştgiriya wan êrîşan dikir. Lê belê hem li Rojhilatê Kurdistanê, hem li Îranê û hem li cîhanê jinan bi vîneke bilind li ber xwe didin û ber bi ronahî û wekheviyê dimeşin.’’

Girtiya siyasî Celaliyan di nameya xwe de bi berdewamî pêngava ‘’Ji Ocalan re azadî’ bi bîr xist, ji Rêber Ocalan re azadî xwest û got, Bi hêviya ku ew bi hev re 8’ê Adarê pîroz bikin:‘’Rêberê me Abdullah Ocalan afirînerê fikira ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi Komployeke Navneteweyî hate revandin û 25 sal in di zindanê de ye. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê me Abdullah Ocalan pêngavek hatiye destpêkirin ku rojane kes, kom û neteweyên cuda piştgiriya wê dikin. Tevî piştgirîkirin û beşdarbûna xwe, daxwaza min ew e ku hemû gelên azadîxwaz û bi taybetî jinên azadîxwaz piştgiriya Rêber Apo bikin û daxwaza azadiya wî bikin. Bêguman Rêber Apo nûnerê azadiyê ye di zindanê de ye. Ev 25 sal in li dijî Tirkiye û NATO’yê li ber xwe dide. Ew nûnertiya fikir û ramaneke gerdûnî dike. Lewra hêjayî piştgirîkirinê ye. Ev berxwedana Rêber Apo bûye sedema bangewaziya azadiyê ya girtiyên nav zindanan. Hemû azadîxwaz hêjayî wê yekê ne ku bi azadî bijîn. Lewma piştgirîkirina wan helwesteke mirovî ye. Bi hêviya ku em bi hev re 8’ê Adarê pîroz bikin.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.