Berê xwe dan Tişrînê

Şemî 1 Adar 2025 - 03:25

Nobeda berxwedanê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji bo parastina Bendava Tişrînê hate destpêkirin, di roja 53’emîn de bi biryar dewam dike. Di roja 53’emîn a nobeda berxwedanê ya gel de konvoyeke nû ji bo dewrgirtina nobedê bi rê ket.

Her roj ji herêmên cuda mirov tevlî berxwedanê dibin.

Ji bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Hol, Şedadê û Til Berakê bi sedan kes ji bo çûyîna bendavê bi rê ketin. Xelkê Cizîrê ji bo dewamkirina berxwedanê wê nobedê ji xelkê Firatê dewr werbigire.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.