Ji bo 8’ê Adarê klîbeke nû

Sêşem 18 Sibat 2025 - 02:50

Navenda Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a kantona Tebqayê bi munasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê klîbek nû ya bi navê “Jinên Sûriyeyî” amade dike.

Navenda Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Kantona Teqayê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê straneke nû bi navê “Jinên Sûriyeyî” amade dike. Armanca vê stranê nîşandana têkoşîna jinên Sûriyeyî bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêşxistina hevgirtina jinan bi rêya huner û muzîkê ye.

Dîmenên kîlba "Jinên Sûriyeyî" li Kela Cebar a kantona Tebqayê hatine kişandin. Peyvên stranê yên helbestvan Emîr El Qewafî ne û awaz ya Xemîs Tume ye. Stran li Studyoya Serdem hatiye tomarkirin. 10 endamên koma govendê, 10 stranbêj û 8 defvan beşdarî xebatên amadekirina klîbê bûn.

Peyama bi rêya hunerê

Der barê mijarê de ji rêveberên Navenda Hîlala Zêrîn a Kantona Reqayê Medya Silêman axivî. Medya Silêman diyar kir ku armanca xebatên hunerî gihandina peyama piştgirî û îlhamê ji bo hemû jinên têkoşer û kedkar e, bi taybetî şervanên li eniyên şer. Her wiha teqez kir ku huner beşeke têkoşîna berdewam a jinên Sûriyeyî ji bo maf û azadiyê ye.

Jiyana hevbeş nîşan dide

Medya Silêman der barê peyama berhama "Jinên Sûriyeyî" de, diyar kir ku stran jinên Sûriyeyê weke sembola têkoşînê dide nîşan û bang li jinên herêmên cuda dike ku ezmûna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibînin.

Strabêja bi navê Geşbîn Nebo cihê xwe di klîba "Jinên Sûriyeyî" de digire jî anî ziman ku stran pirrengiya çandî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide û got: "Stranbêjên ji pêkhateyên cuda di vê berhemên de cih digirin. Ev jî jiyana hevbeş di navbera gelan de nîşan dide."

Dê klîb di 8’ê Adarê de bê weşandin

Tê peyin ku karê montajê di demek nêzîk de biqede û stran 8’ê Adarê (Roja Jinan a Cîhanê) were belavkirin.

ANHA/TEBQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.