Jina azad civak û jiyana azad e

În 8 Adar 2024 - 02:45

  • Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê û Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi daxuyaniyan Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin û gotin: Bi azadiya jinê wê civak û jiyan azad bibe.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand, têkoşîna jinan a li qada navneteweyî silav kir û got:"Weke Tevgera Azadiyê ya Kurdan em diyar dikin ku bi jinan re ne, piştgiriyê bi têkoşîna wan re dikin." KCK'ê di şexsê Sakîne Cansiz (Sara) de şehîdên têkoşîna azadiya jinê bi bîr anî û got:"Em di wê baweriyê de ne ku bi azadiya jinê re civak û jiyan jî azad dibe."

Peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî ye:

"Modernîteya kapîtalîst ji ber ku xwezaya jinê, ked û bedena wê dimêje, lûtkeya feraseta serdest a mêr temsîl dike. Modernîteya kapîtalîst her cure raman, zanist, teknîk, hunerê kiriye zayendperestî û mêtingeriyê. Modernîteya kapîtalîst jî sîstemeke herî zêde civak û jiyanê dişkîne û îstîsmar dike. Pergala ku herî baş têkiliya nêzîkatiya jinê û nêzîkatiya civakê derdixe holê modernîteya kapîtalîst e. Têkoşîna azadiyê ya jinê di dîrokê de tu carî kêm nebûye, berevajî wê her tim bi pêş ketiye û mezin bûye, gihiştiye astekê ku di serdema me de pêşengiya têkoşîna azadiyê ya civakê dike. Li her derê jin bi pêş ve diçin û pêşengiya têkoşînê dikin. Niha bi dirûşma JIN JIYAN AZADÎ li her derê têkoşîna azadî û rizgariyê geş dibin.

Di pêşketina tevgera me û şoreşa Kurdistanê de guhertin û veguhertin, ked û pêşengiya jinê roleke bingehîn lîst. Şoreşa Kurdistanê bi reng û pêşengiya jinê bi pêş dikeve. Bêguman bidestxistina vê xisletê ya şoreşa Kurdistanê encama nêzîkatiya Rêber Apo ye. Rêber Apo azadiya jinê xiste navenda têkoşînê, nirxek mezin da jinê, rê li ber rêxistinbûn û vîna jinê vekir. Rêber Apo ji bo pêşxistina hişmendî û têkoşîna azadiya jinê ked û hewldaneke mezin da. Bi nêzîkatiyên bîrdozî û felsefî ku pêşxist, model û paradîgmayeke nû ya jiyanê li ser bingeha azadiya jinê pêş xist. 

Sara navê têkoşîna azadiya jinê ye

Di vê têkoşînê de kesayetên mezin ên rêber û pêşengên weke Sakîne Cansiz-Sara derketin holê, nasname û karakterê têkoşîna azadiya jinê ava kirin. Rêber Apo diyar kir ku têkoşîna azadiya jinê têkoşîna Sakîne-Sara ye. Em di şexsê hevrê Sakîne-Sara de ku di gerdûnîkirina têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê de roleke mezin lîst, hemû şehîdên azadiyê yên jin bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em bawer dikin ku heke jin azad bibe, wê civak û jiyan jî azad bibe. Bi vê baweriyê em careke din 8'ê Adarê li hemû jinên cihanê pîroz dikin, hevgirtina xwe ya bi têkoşîna wan re tînin ziman û serkeftinên mezin ji wan re dixwazin."

Em ê teqez şoreşa jinê pêk bînin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da û got:"Têkoşîna me ya azadiya jinê ku Rêberê me weke karekî destanî pênase kir, kodên mejiyê mêr ê pênc hezar salî raxist pêş çavan û rê li ber 'Xwebûnê' vekir. Şerê me yê azadiyê ku ji Sarayan heta Zîlanan, ji Bêrîtanan heta Doga Viyanan bênavber dewam dike, bi navê jinan destketiyên mezin afirand û bû nîşaneya wê yekê ku civaka jin lê azad be ew ê jî azad be. Li cihê ku jinek bi tenê bêrêxistin bimîne wê destavêtin, destdirêjî li jinan bê kirin, jin bêne eciqandin û talankirin. Her jineke li derveyî jiyana rêxistinî dimîne, dibe hedefa hovîtiya mejiyê mêr û ji nasnameya xwe tê dûrxistin. Bi vê têgihiştine, heta ku jineke bi tenê jî bêrêxistin nemîne divê em têkoşîna xwe dewam bikin. Ji bo em vê biharê bikin destpêka bihara jinê û sîstema qetlîamkar, serweriya mêr rawestînin, em berxwedana bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ji xwe re bikin esas. Ji ber ku ji bo me jinan 'Jin, Jiyan, Azadî navê biryardariya di jiyana azad de ye. 'Jin, Jiyan, Azadî' qîrîna hesabpirsîna ji sîstema bi serweriya mêr e. Di vê 8'ê Adarê de em bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' dakevin qadan û biqîrin ku jiyaneke bê jinê qebûl nakin, qîrîna xwe veguherînin rêxistiniyê û hesabpirsîna dîrokî ya ji sîstema bi serweriya mêr bidin destpêkirin. Weke YJA Starê em soz didin ku şoreşa jinê teqez pêk bînin, 8'ê Adarê li Rêberê xwe yê ku bedewiya jinê, bilindahiya jinê hînî me kiriye, hevrêyê herî mezin ê jinê ye û li hemû jinan careke din pîroz dikin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.