Dijî qirkirin û tecrîdê xwe bi çek bikin

Şemî 9 Adar 2024 - 00:13

  • Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê YPJ’ê derbarê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî daxuyaniyek da. YPJ’ê 8’ê Adarê li jinan û Rêber Ocalan pîroz kir û bang li jinan kir: Xwe li rêxistinbûnê bipêçin, li her qadê bi parastinê xwe bi çek bikin da ku em bi vîna jina azad, her cure polîtîkayên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê di daxuyaniyê de got,’’Em 8’ê Adarê roja serî hildan û raperîna jinan, roja berxwedan û têkoşînê li hemû jinên cîhanê û li rêhevalê herî rast ê jinê li Rêber Apo pîroz dikin. Ji bo vê roja pîroz em hemû şehîdên şoreşa azadiya jin bi bîrtînin û careke dî sond dixwin ku têkoşîna azadiyê geş bikin.’’

Hêrsa li dijî tecrîdê

YPJ’ê bi berdewamî diyar kir ku  ew li ser mîrateya jinên berxwedêr ên cîhanê meşa azadiyê didomînin wan ala berxwedan û serfiraziyê ya ji Roza Luxembûrgê ya bi Arîn Mîrkanê rakiriye û bi ber bi şoreşa jinê ve dimeşin. YPJ’ê got,’’Em hevrêyên van jinên leheng şanaziya vê dijîn û bi hêrseke mezin li hemberî her cûre polîtîkayên qirkirin, dagikerî û tecrîdê, têkoşîna xwe bilind dikin.’’

YPJ’ê berxwedana jinan a ji New Yorkê heta bi Efganîstan, Şengalê, Îranê bi bîr xist û got ew berxwedana jinên têkoşer slav dikin.

Enerjiya herikbar me kelecanî dike

YPJ’ê di daxuyaniya xwe de got ji çiyayên Kurdistanê bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê, li Îranê bi rihê Jîna Emînî jinên Fars û Rojhilatî, li Efganîstanê li dijî hovîtiya Talîbanan jinan dijî dagirkerî, destdirêjî û zordariyê serî rakirine û wiha pê de çû: ‘’Li vir, li Rojava û li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî li hemberî DAIŞ’a ku wek hêza herî terorîst a cîhanê hate bi navkirin û li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk jinên Ereb, Kurd, Ermen, Asûrî, Sûryanî bi navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) xwe bi rêxistin dikin û bi yek ruhî hemû qadên jiyanê hembêz dikin, destkeftiyên şoreşê diparêzin. Ev enerjiya herikarbar a jinan ku diherike yek rûbarî, dibe çavkaniya azadiya tevahî civakê, ev yek jî coş û kelecana me ya têkoşînê xurtir dike.’’

Bi ramanên Rêber Apo..

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi domdarî bal bire ser rola Rêber Ocalan a di têkoşîna rizgariya jinê de û got, ‘’Bêguman bi fikir û ramanên Rêber Apo ku bîrdoziya rizgariya jinê di rojek wiha pîroz, di roja 8’ê Adarê de diyarî me tevahî jinan kir, em gihan van rojan. Ji ber wê ye ku şoreşa Rojava wek şoreşa jin hate binavkirin û îro em li ser koka xwe li cewherê xwe vedigerin û dîroka xwe ya azadiyê, bi berdêl, berxwedan û destanên lehengiyê dinivîsînin.

Dijî dagirkeriyê xwe bi çek bikin

YPJ’ê herî dawî got,’’Em YPJ, em ê mizgîniya azadiyê ku bi biharê re geştir dibe, bidin tevahî jinan û gelên herêmê.’’ Û wiha bang kir: ‘’Em bang li hemû jinan dikin ku xwe li rêxistinbûnê bipêçin, li her qadê bi parastinê xwe bi çek bikin da ku em bi vîna jina azad, her cure polîtîkayên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin, siberojên azad û aram diyarî tevahî jinan û mirovahiyê bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.