Divê gavên hewce biavêje

Şemî 1 Adar 2025 - 03:05

Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz banga Rêber Apo nirxand û got: “Divê di qanûna bingehîn de zimanê Kurdî were naskirin, bibe zimanê perwerdeyê û têkildarî girtiyên siyasî sererastkirineke hiqûqî were kirin.”

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê pîştî hevdîtina li gel Rêber Apo, banga Rêber Apo ya dîrokî ji bo raya giştî parve kir. Di banga Rêber Apo ya “Aşitî û Civaka Demokratîk” de qala Rojava nehate kirin û ji bo çekdanîna PKK’ê jî şertê siyaseta demokratîk û naskirina aliyê hiqûqî hate pêşxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz banga Rêber Apo nirxand û got: “Birêz Ocalan ji sala 1993’yan ve ye tim dibêje ku ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin, hewceyî bi veguherînê heye. Îro jî ji bo pêkhatina veguherînê hem peyama demokratîkbûyînê hem jî ya divê rêgezên hiqûqê werin pêknanîn, dide.”

Salîha Aydenîz diyar kir ku ji hevdîtina yekemîn a Heyeta Îmraliyê ve dihate zanîn ku Rêber Apo dê bangeke guherîn û veguherînê bike û wiha got: “Bi rastî jî Birêz Ocalan di banga xwe de pir zelal diyar kiriye. Vedibêje ku kodên avabûnê yên komara Tirkiyeyê yên 100 salî Kurdan tine dihesibîne, PKK ji ber hebûna polîtîkayên asîmîlasyon û înkara nasnameyê ava bûye û bi ravekirina têkiliyên sedem-encamê ku diyar dike ku çawa veguheriye têkoşîna hebûnê. Hûn dê bêjin qey îro statûya Kurdan tê naskirin? Qey niha zimanê Kurdan tê nasîn? Ma ne hîna jî bi hezaran girtiyên siyasî yên Kurd hene? Di mijara çekdanîna PKK’ê de jî diyar dike ku heta ku sedema hin tiştan ji holê nerabin encam çênabe.”

Salîha Aydenîz diyar kir ku Rêber Apo anî ziman ku ji bo ku PKK çekan berde, divê hin sererastkirinên hiqûqî werin kirin û wiha bi dawî kir: “Birêz Ocalan ji aliyekî ve bang li PKK’ê dike ku kongreya xwe li dar bixe û ji aliyekî ve jî bang li dewletê dike ku li gorî hiqûqa navneteweyî tev bigere. Di destpêka bangê de qala vebûna pêşiya siyaseta demokratîk, di serî de girtiyên nexweş, sererastkirineke derheqê girtiyên siyasî de tê kirin. Di encamê de Birêz Ocalan ev 26 sal in di bin tecrîda mutleq a dewleta Tirk de tê rehîngirtin ku rewşa berbehs bi xwe dizane. Dewletê bi xwe ev pêvajo da destpêkirin. Ji ber vê yekê divê gavên hewce biavêje. Bi rastî jî li şûna ku bi gelê Kurd re şer bike, ez hêvî dikim ku dê aliyê Tirkiyeyê êdî li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd û avakirina zemîna aşitiya civakî bixebite. Ya duyem jî ew e ku divê di qanûna bingehîn de zimanê Kurdî were naskirin, bibe zimanê perwerdeyê û têkildarî girtiyên siyasî sererastkirineke hiqûqî were kirin. Her wiha divê şert û mercên xebitîna Birêz Ocalan jî werin dabînkirin ku ev pêngaveke gelekî girîng e.”

ANF/ZEYNEP KÛRAY/STENBOL  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.