Siyasetmedar xiyanetê dikin

Sêşem 2 Tîrmeh 2024 - 02:05

Serokê Encûmena Siyasî ya Tevgera Nucebe ya li Iraqê Elî Esedî derbarê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Herêma Kurdistan û bêdengiya hikumetê ya dijî dagirkeriyê, li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek belavkir. Elî Esedî destpêkê bêdengiya Hikumeta Bexda û Hewlêrê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir û got:“Ev siyasetmendaren gihiştine qonaxa xiyanetê. Divê beşek ji peyama siyasetmedarên Bexda û hemû siyasetmedarên din, nîştimanperwerî be. Lê niha lal û bêdeng bûne, yan jî wisa didin nîşandan ku ev mijar ti peywendiya xwe bi wan ve nîne.” Di dawiya peyama xwe de Elî Esedî dibêje:“Ev siyasetmendarane gihiştine qonaxa xiyanetkariyê, ka hikumeta Iraqê li kuye? Civîn û serdanên berpirsên Iraq û Tirkiyeyê, wisa didin nîşandan ku Iraq û Tirkiye, li ser binpêkirina serweriya welatê me, lihevkiribin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.