Sîxur li dijî vîna gel

Duşem 16 Çile 2023 - 11:15

  • Newroz Ehmed li ser pêşveçûna "Operasyona Sondê" ya li dijî sîxûrên MÎT´ê got, "Gelek bûyer hatin ronîkirin. Encam bi malbatan re hatin parvekirin. Ev yek ji bo gelê me jî girîng bû. Têkoşîna me ya li dijî sîxurên MÎT'ê wê bidome. Ev pûç bû." 

Endama Fermandariya Giştî ya QSD'ê Newroz Ehmed pêşveçûna di "Operasyona Sondê" de ku di 31'ê Tîrmeha 2022'an de li dijî sîxurên dewleta Tirk ve li herêmê bi cîh kirine û bi vê tora sîxuran çi armanc dike ji ANF’ê re nirxand.

Newroz Ehmed derbarê êrişên dewleta Tirk ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sîxurên li herêmê bicîh kirine axivî û got; ‘’Kesên ku reviyane Tirkiyeyê careke din bi kar tîne û vedigerîne herêmê. Siyaseteke qirêj li dijî gelên herêmê tê meşandin. Ji ber vê sedemê ev bûyer, şehadet û sûîqest ji aliyê sîxurên li herêmê pêk tên. Armanca wan şikandina vîna gel e. Bi hedefgirtina kesên pêşeng ên li hemû qadan, dixwazin gel bitirsînin û ji hêzên me yên leşkerî dûr bixin. Di êrîşên dawî de binesazî û qadên xizmetguzariyê yên ku pêdiviyên gel lê tên bicihanîn hedef hatin girtin. 

Operasyonê bûyer ronî kirin

Newroz Ehmed derbarê ‘Operasyona Sondê’ ku QSD’ê di 31’ê Tîrmehê de li dijî çeteyên dewleta Tirk da destpêkirin got;
"Di vê operasyonê de stûneke girîng alîkarî û hesasiyeta gel e. Ne ew gel e ku were lîstika dijmin. Gelek bûyer hatin ronîkirin. Encam bi malbatan re hatin parvekirin. Ev yek ji bo gelê me jî girîng bû. Têkoşîna me ya li dijî sîxurên MÎT'ê û yên dixwazin li herêmê xebatên qirêj bikin, wê bi heman rêjeyê bidome. Ev pûç bû. Di serî de Erdogan, hikumeta AKP-MHP'ê bi îdîaya "hedefên leşkerî' û 'hin kesên PKK'î li vir e' xwestin ku rastiya bombardûmana li ser nexweşxane, dibistan, stasyonên av û elektrîkê û petrolê veşêre. Li gel vê yekê êrîş birin ser hêzên ewlekariyê yên li girtîgehan û Kampa Holê. Ev yek jî bêçaretiya dijmin nîşan dide. 

Erdogan gefê li her kesê dixwe

Erdogan di vê pêvajoya dawî de çi dibêje? Berê qebûl nedikir, digot 'hedefên leşkerî', lê belê niha bi rengekî eşkere dibêje 'her der ji bo me hedef e'. Ev yek bi eşkere got. Got ku wê êrîşî herêmên petrolê û hwd. bike. Lê kes li ber ranebû, tiştek negot. Kesî nepirsî ku çima vê dike.Ev gef ne tenê li dijî Kurdan an jî devereke bi tenê ye.Li dijî hemû pêkhateyan û herêmê ye. Krîza ku derxistiye wê bandorê li tevahiya cîhanê bike. Wê bandorê li her kesî bike. Ji ber ku helwest li hemberî vê nayê nîşandan Erdogan cesaretê werdigire ku hem bike hem jî biaxive. Li gel êrîşên hewayî hewl dan ku bi komên biçûk xwe berdin nava hin herêmên me. Xwestin hin gundan bi dest bixin. Ev hewldanên êrîşê hatin têkbirin.

Wê dawî li Erdogan were

Newroz Ehmed derbarê mukirhatinên sîxurên hatine girtin de jî got; ‘’Agahiyên heyî û kesên ku me ew girtine, nîşan didin ku ji komên çeteyan re gotine, amade bin, sewqiyata wesayitên leşkerî û cebilxaneyê kirine. Civînan lidar dixin. Plan dikin ku di çarçoveya Mîsakî Mîlî de li hin herêmên cuda xwedî hikum bin. Lê belê di vir de ya girîng têkoşîna me ye. Ji aliyê leşkerî ve amadekariyên me hene. Bila hesabê xwe baş bike, ji ber ku ev êrîş wê nebe mîna yên din. Berovajî wê dawî li Erdogan bîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.