Sivîl dibin hedef

Çarşem 11 Kanûn 2024 - 02:40

Hevserokê Meclisa Kantona Efrîn-Şehbayê Mihemed Şêxo diyar kir ku ji ber êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê cara duyemîn welatiyên kurd neçar mane koçber bibin û got li herêmê sivîl dibin hedef. 

Bi êrîşa Tehrîr El-Şam (HTŞ) û hin komên din ên di 26’ê Mijdarê de dest bi êrişê kirin, rejîma Esed hilweşiya. Li gel vê Tirkiye û komên paramîlîyer ên girêdayî wê jî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Ji ber êrişan sivîlên ku di dema êrişa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê ya sala 2019'an de li herêmên Til Rifat û Şehbayê bi cih bûn careke din koçber bûn.

Hevserokê Meclisa Kantona Efrîn-Şehbayê Mihemed Şêxo bal kişand ser wê yekê ku sivîlên kurd ên bûne armanca êrişên Tirkiyeyê û komên çekdar neçar mane ku careke din koçber bibin û got ku aloziyên li Sûriyeyê ne tenê pirsgirêkeke herêmî ye, hewldana hêzên mezin e ku polîtîkayên xwe bidomînin. Mihemed Şêxo bal kişand ku tiştên diqewimin nîşaneya nakokiya berjewendiyên li Rojhilata Navîn e û got: "Tişta ku di van demên dawî de rû da, hevkêşeyeke siyasî ya li Sûriyeyê bi giştî ye. Ev nakokiya berjewendiyên hêzên mezin ên li Rojhilata Navîn e. Li aliyekî Îran û Rûsya, li aliyê din jî DYA û welatên din polîtîkayên xwe dimeşînin. Sûriye, yek ji welatên sereke yên Rojhilata Navîn e. Lê van şerên tên kirin yek jê jî ne ji bo berjewendiya gelan e. Her kes ketiye etra berjewendiyên xwe. Lewma gelên Sûriyeyê bê xwedî hatine hiştin." 

Sivîl dibin hedef 

Mihemed Şêxo da zanîn ku hevbendî û tevgerên siyasî yên ji sala 2019’an ve li Sûriyeyê hatine kirin, bi armanca lawazkirina rejîma Sûriyê ne û got ku herî zêde sivîl zirar dîtine. Mihemed Şexo bal kişand ku êrişên komên paramîlîter yên dewleta tirk sivîlan dikin hedef û got ku ev rewş careke din gel neçar kiriye ku koçber bibe. Şêxo got: "Gelê me yê ku ji Efrînê neçar ma koçî Til Rifat û Şehba bibe, niha careke din rastî koçberiyê tê. Dîsa hêviya wan ew e ku rojekê vegerin Efrînê."

Hêviya vegera ser axa xwe 

Mihemed Şêxo anî ziman ku gelê me tu carî hêviya xwe winda nekiriye ku rojekê vegere ser axa xwe û got: "Armanca gelê me yê ku ji Efrînê sirgûnî Şehbayê û ji Şehbayê sirgûnî nediyariyê bû, ew e ku rojekê vegerin Efrînê. Di vê pêvajoyê de em ê bi hemû hêza xwe jiyana wan hêsantir bikin û barên wan sivik bikin."

MA / RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.