Silava dîrokî ya ji Kolnê

Duşem 18 Mijdar 2024 - 03:15

  • Kurd û dostên wan ên ku di çalakiya dîrokî ya ku li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêber Apo hat lidarxistin de hatin ba hev, peyama: Em ji bo çareseriyeke bi rûmet û demokratîk amade ne. Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye dan.

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de li bajarê Koln ê Elmanyayê çalakiyeke mezin hate lidarxistin. Ji bo çalakiyê ji çar aliyên Ewropayê Kurd û dostên wan hatin ba hev. Çalakvan li qada Detuzer Werft kom bûn. Çalakvanên ku ji bo azadiya Rêber Apo hatin ba hev, dest bi meşê kirin. Çalakvanan flamayên ku daxwaza azadiya Rêber Apo dikin, hildan. Bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” hate berzkirin.

Korteja meşê ya 2 km’yan

Korteja meşa ji bo azadiya Rêber Apo, ji 2 kîlometreyê derbas kir. Enternasyonalîstên beşdarî meşê bûn, li pişt pankarta “Silavê Rêber Ronahiya têkoşîna Jinan e” “Solidaritat mit Rojava stoppt den türkischen Angriefskrieg” meşiyan. Çalakvan bênavber dirûşmeya “Hoch die internationale Solidaritaet” berz dikin. Destpêka korteja meşê, pira Severin derbas kir. Lê Kurd û dostên xwe ref bi ref beşdarî meşê bûn. Çalakvan bi yek dengî dirûşmeya “Bijî Serok Apo” qêriyan.

Ketina bi heybet a qada mitîngê

Dema ku destpêka kortejê gihiştî qadê, dawiya wê hîna li ser pira Severin bû. Piştî ku kortej hemû gihişte qada mîtîngê, wê bername destpê bike. Korteja meşê, ji pirekê gihişte pireke din. Ji ber qelebalixiya zêde, pira Severin hejiya. Lewma polîsên Elman kortej parveyî 3 beşan kir û derbasbûnan bi rengekî bi kontrol pêk hat. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê û cîhanê û xwendina sirûda Ey Reqîb destpê kir. KJK’ê ji bo çalakiyê peyamek şandibû û di peyamê de wiha hate gotin:“Niha dem dema têkoşîna bêdawî ya gelê me û şehîdên me ji bo Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad dane destpêkirin bigihînin serketinê ye. Ji bo vê jî dîrok ji her demê bêhtir têkoşîn, xebat, rêxistinbûn, çalakî û pêşengiya kedê ji me dixwaze. Em di wê baweriyê de ne ku hûn ê ew nirxên hebûnê û têkoşîna we heta niha daye meşandin berfireh bikin."

Em li pişt Rêberê xwe ne!

Piştre Hevserokên KCDK-E Zubeyde Zumrut û Engîn Sever û nûnera TJK-E Ayten Kaplan axivîn.

Zubeyde Zumrut got:’’Me silavên Rêber Apo wergirt, bi hezar car silav ji te re! Bi hezaran silav ji ciwan, jin û berxwedêrên li çiyayan re; bi hezaran silav ji her kesên ku bi dirûşme, helwest û beşdarbûna xwe piştgirî dan vê têkoşînê.”

Engîn Sever jî got:’’Em li dora Rêber Apo kom bûne û azadiya wî diqîrin. Rêber Apo îradeya me ye û me hemûyan bi hev re girê dide. Em di meha Mijdarê de ne, ji bo gelê Kurd meha vejinê ye.

Ayten Kaplan jî wiha axivî:’’Em îro li vê derê ne û dixwazin bang li dewleta Elman û delwetên Ewropayê bikin; em azadiya Ocalan dixwazin. Em bang li CPT, hêzên navneteweyî yên komploger û hemû welatên Ewropayê dikin: Em hemû li pişta Rêberê xwe ne!’’

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs jî peyama xwe ragihand û got:’’Em weke KNK birêz Ocalan weke îradeya gelê Kurd dibînin û daxwaza azadiya wî dikin.’’

Têkoşîna we ya me ye

Li ser navê Tevgera Azadiyê ya Tamilê Sajanthan Kethiswaran axivî û got:’’ Dost û hevalên qedir bilind; Em îro li vir ji bo daxwazkirina azadiya vîzyoner, şoreşger, gerîla, siyasetmedar û fîlozofekî mezin kom bûne û ji ber vê yekê gelekî kêfxweş û serbilind in. Yê ku em behsa wî dikin damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan ango Rêber Apo ye. Navê Abdullah Ocalan tenê jî têrê dike ku tirs bikeve nava dilê rayedarên dewletên emperyalîst. Tevgera Azadiya Tamilê jî li gelek deveran cihê xwe di vê têkoşînê de digire. Têkoşîna we têkoşîna me ye.’’

Silavên Rêber APO coş gîhande lûtkeyê

Piştre parlementerên DEM Partiyê Omer Ocalan ku di rojên derbasbûyî de, bi Rêber APO re hevdîtin pêk anî, di çalakiya Kolnê de axivî. Omer Ocalan ku silava Rêber APO ji Kurd û dostên wan re ragihand, coşa li qada mitîngê gîhîşte asta herî jor, dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, li ezmanên bajarê Kolnê, olan da. 

Em li gel têkoşîna Kurdan in

Nûnerê Bloka Navneteweyî jî wiha axivî:’’Tevgera li dora Ocalan nîşan dide ku têkoşîna li dijî şer û kapîtalîzmê îro jî pêkan e. Ev tevger îspat kir ku artêşeke xurt a NATO’yê jî nikare berxwedana gel bişkîne. Weke çepên Elman erka me ew e ku em li dijî emperyalîzma Elman û pîşesaziya wê ya şer têbikoşin. Şîrketên mezin ên wekî Thyssen-Krupp, Airbus û Rheinmetall rasterast ji dagirkeriya li Kurdistanê sûd werdigirin. Tenê roja Çarşema borî, peymanek 4 milyar € ya balafirên şer hate pejirandin. Tam 4 milyar Euro! Emperyalîzma Elman ji bo desthilatdariya xwe ya li cîhanê hewcedarê biratiya çekan a bi Tirkiyeyê re ye. Ji ber ku kesên dixwazin bi komî dersînorî Tirkiyeyê bikin, Kurdên siyasî ne. Em li vir, li Elmanyayê weke tevgereke çep li dijî faşîzmê dadikevin qadan û polîtîkayên nijadperest ên koçberiyê û emperyalîzma Elman rexne dikin, di heman demê de ciwanên Bakurê Kurdistanê bêwestan li ber xwe didin û li çiyayên azad ên Kurdistanê gerîla têdikoşin. Em bi hev re li hemberî heman dijmin li ber xwe didin. Piştî axaftinan hunermend derketin ser dikê û stranên li ser Rêber APO û şoreşa azadiya Kurdistanê gotin. Xelkê heta saetên dereng li ber stranan govend gerandin. Bi coşeke mezin meş û mitînga dîrokî ya li Kolnê, bidawî bû. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.