Sêvê, di hişê jinên Kurd de cih digire

În 3 Çile 2025 - 02:40

Sakîne Demîr a ku keça wê Sêvê Demîr di dema qedexeya li Silopiyayê de hatibû qetilkirin, wiha got: “Sêvê, di hiş, aqil, hizra jinên Kurd de di têkoşîna û pêşeroja wan de cih digire. Bi hezaran jinan têkoşîna wê dewr girtin. Bila gelê Kurd vê baş bibîne, serkeftin dê ya me be.” 

Endama Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir di 4’ê Çileya 2016’an de ji hêla segvanên di wesayîta zirxî de hedef hatin girtin û hatin qetilkirin. Bi ser mirina her sê jinan re ku di dema qedexeya derketina kolanan a di sala 2015-2016’an a li Silopiyayê de xwestin derbasî Taxa Karşiyakayê ya di dorpêçê de bibin û alîkariyê bidin gel re 9 sal derbas bûn. Di rapora otopsiyê ya Fatma Uyar de 3, di ya Pakîze Nayirê de 5 û di ya Sêvê Demîr de jî 11 gule hatin tespîtkirin. Di êrişê de yekser serê Sêvê Demîr hedef hatibû girtin û hatibû qetilkirin. Xizmên Sêvê Demîrê ew ji pora wê nas kirin û teşhîs kirin. 

Derheqê qetilkirina her sê jinan de qaşo lêpirsîn hate destpêkirin û Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê biryara “bêrayetiyê” da û ji Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê re şand. Dadgehê jî ji bo qetilkirina her sê jinan got “li ser gumanê” çêbûye û dosya girt. 

Sêvê Demîr, di salên pêş de di nava têkoşînê de bêhtir çalak bû û xebatên xwe di nava Komîsyona Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de domand û li Amedê bicih bû. Sêvê Demîr ku xebatên xwe yên li herêmê didomand, hema hema li temamiya bajar û gundên herêmê geriya, li cihên diçûyê li jinan guhdarî kir û girîngiya têkoşîna li dijî serdestiya zilaman vegot. Di 18’ê Nîsana 2009’an di çarçoveya operasyona di bin navê “KCK’ê” de hate binçavkirin û girtin. 5 salan di girtîgehê de ma û piştre tehliye bû. Di sala 2011’an de beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bû. Piştî ji girtîgehê derketî, tev li Meclisa Partiyê (PM) a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bû. Xebatên xwe li Mêrdîn û Şirnexê domand. 

Dayika Sêvê û hevala wê xala têkoşîna wê kirin.

Ji ziman û xaka xwe hez dikir

Dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr anî ziman ku ew hesreta xwe ya ji bo keça xwe bi têkoşîna wê derbas dike. Sakîne Demîr, wiha got: “Bi dehan jin niha têkoşîna keça min didomînin. Dilê Sêvê berfireh bû, keseka dirûst û zîrek bû. Di xebatên xwe de serkeftî bû û jineke pêşeng bû. Ji zimanê xwe, çand û xaka xwe hez dikir. Ji bo azadiya her çar parçeyên Kurdistanê têkoşiya. Xebatkara gelê xwe bû. Bi hezaran jinên pêşengtiya têkoşîna azadiyê dikirin hatin qetilkirin. Em dayik, li pişt têkoşîna zarokên xwe ne. Bi keça xwe serbilind û serfiraz im. Heta ku ez sax bin dê li pey doza keça xwe bim. Ji ber ku keça min ji bo dozeke rewa têkoşiya lewma hate qetilkirin.” 

Jinên şoreşger dibin hedef

Sakîne Demîr destnîşan kir ku jinên pêşeng û şoreşger her tim hedef tên girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di êrişên ser Rojava de jî sê jinên pêşeng û şoreşger hatin qetilkirin. Ji ber Tirkiye ji jinên şoreşger ewqas ditirse ku wan hedef digire. Ew jî dizanin ku têkoşînên jin pêşengtiya wan dikin dê bi ser kevin. Lê belê jinên ji bo xak û azadiya xwe têdikoşin dê bi ser kevin.” 

Sêvê, di hişê jinên Kurd de cih digire

Di berdewamê de Sakîne Demîr bi lêv kir ku têkoşîna keça wê li her çar parçeyên Kurdistanê didome û wiha got: “Keça min nemir, xeyalên wê, têkoşîna wê di şoreşa jinê ya Rojava de dijîn. Sêvê, di hiş, aqil, hizra jinên Kurd de di têkoşîna û pêşeroja wan de cih digire. Bi hezaran jinan têkoşîna wê dewr girtin. Bila gelê Kurd vê baş bibîne, serkeftin dê ya me be.” 

Keseka pir fedekar bû

Fadîle Gokturk a ku Sêvê Demîr di nava xebatên jinan de nas kir û bi hev re 15 salan têkoşiyan jî wiha got: “Sêvê, ji ewil di rêveberiya navçeyê de cih girt. Potansiyeleke wê ya têkoşînê hebû û her tim xwe perwerde dikir. Ji hêla nasnameya zayendê ve xwe baş pêş xist. Yek ji taybetiyên wê yên berçav jî her tim xwe nû dikir. Keseka pir fedekar bû.” 

MA / MANÎSA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.