Serpêhatiya serketina Koma Laliş

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 3 Tîrmeh 2023 - 02:10

Koma Laliş a govendê, di Mihrîcana 30´emîn de li Hannoverê bû sêyemîn. Kom beriya bi 27 salan li bajarê Elmanyayê Celleyê bi 30 jinên Êzîdî hatibû avakirin. Yek ji endamên komê Leyla Ekîncî got, wan di sala 2012'an de bi lîstikên xwe yên Mihrîcanê, şoreşa govendên gelerî çêkiriye.

Leyla Ekîncî ji damezrandina komê heta niha ji tê de cihê xwe digire. Malbata wê ji gundê Şimsê yê Bişeriyê ye. Leyla Ekinci got "Ez di salên 1983-84’an de di Atolyeyên Çandê de mezin bûm. Wê demê ez 5 salî bûm. Malbata min di nava jiyana Tevgera Azadiya Kurdistanê ya şoreşger de bû. Bi awayekî xwezayî ez jî tê de mezin bûm.” 

Leyla Ekîncî balê dibe ser asîmîlasyonê û tehlûkeya nemanê ya li ser çand û gelê Kurd û nexasim jî Êzîdiyan, û dibêje, “Wê demê ji Celle re digotin Kurdistana Piçûk. Bi hevalên Şehîd Mizgîn, Şehîd Sefkan, Şehîd Çiya, Şehîd Berîvan re me mil bi mil xebat meşandin. Mamosteyê min ê yekem ê govendê Şanoger Emele bû. Pişt re min bi Mamoste Mistefa Lala re perwerdeya xwe domand. Piştî sala 1997´an, beşa Govendê li Ewrûpayê bi dewra perwerdehiya Şehîd Sarya veguherî serdemeke cuda. Di warê pîşeyî de min di sala 1994’an de dest bi Govendê kir.”

Leyla Ekinci bi bîr dixe ku Koma Laliş sala 1996´an hatiye damezrandin û wiha dewam dike: "Piştî ku li Celleyê Mala Êzîdiyan hat damezrandin, daxwaza damezradnina komeke govendê jî peyda bû. Piştî mihrîcana sala 1996´an bi alîkairya Akademiyê Koma Laliş bi beşdariya 30 jinên Êzîdî hat damezrandin. Yek ji kesên di komê de jî Feleknaz Uca bû."

Ji endamên komê Dil Evîndar jî ji gundê Şimsê yê Bişêriyê ye; ew jî li ser komê dibêje, "Ji sala 2009´an ve ez di nava karên govendê de cihê xwe digirim. Min xwendina xwe ya esasî li ser aboriyê kiriye. Heta sala 2013´an me karê xwe li Mala Êzîdiyan a Celle dimeşand. Lê belê ji ber ku civîn û karên din xebatên me asteng kirin, em niha li salona dêrê xebatên xwe dimeşînin."

Leyla Ekinci

Sê caran bûye yekemîn

Ew şoreşa ku Leyla Ekinci behsa wê kir jî ew ku sala 2012´an di Mihrîcanê de bêyî saz û amûrên rîtmê, tenê bi dengê mirovan wan govenda xwe pêşkêş kir: "Koma Laliş sala 2012'an di Mihrîcanê de bi performansa xwe ya bi 30 jinab, deng veda. Me stranên gelêrî yên herêmî cara ewilî bêyî def û zurne li ser dikê pêşkêş kirin û em bûn yekemîn. Me di dîlanên gelêrî de şoreşek çêkir."

Koma Laliş heta niha bi lîstikên ji Amed, Wêranşar û Şengalê sê caran bûye yekemîn di Mihrîcanan de. Dil Evîndar dibêje, “Koma Laliş heta niha bi lîstikên herêmên Amed, Wêranşar, Gimgim, Şengal, Colemêrgê tevlî Mihrîcanê bûye. Em komeke jinan in. Em niha bi 15 jin in û temenê me di navbera 18 û 30 salan de ye. Koma me ya ji 15-20 zarokan bi pêş ket û me koma xwe ya duyemîn jî bi navê Kaniya Spî ava kir. "

 

Ziman heyatî ye

Leyla Ekîncî, anî ziman ku govendên gelerî ji bo wan "jîyan û welat" e û bang liu ciwanan kir da ku tevlî nava xebatên wan bibin: “Xwedîderketina li çandê beriya her tiştî xwedîderketina li ziman e. Ziman ji bo min pirr girîng e û yên ku zimanê xwe yê dayikê nizanibin yan neparêzin, nikarin bibin xwedî çand. Çima me stranên xwe yên gelêrî xistin nav dîlanên gelêrî? Ji ber ku divê ew winda nebin. Dema zimanê me winda bibe, em ê jî winda bibin. Ez bang li ciwanan û dê û bavan dikim. Ziman û çanda xwe piçûk nebînin. Malbatên Elman yan jî gelên cuda û heta malbatên Kurd jî ji bo zarokên xwe beşdarî çalakiyên civakî bikin pere didin. Ew wan dişînin dersên avjenî, dans, futbol, gîtar û piyanoyê. Em kursa govendê, çandê bê pere didin. Bila werin û tevlî me bibin.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.